Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist

Kongreya Îslama Demokratîk li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi dirûşma ˊJi Rêber Apo re azadî çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd reˊ panelek li dar xist.

Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist
21 nîsan, 2024   18:11
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê paneleke diyalogê li dar xist. 

Di panelê de bi dehan oldar, endamên Komxebata Olan a Mezhebên Mezopotamyayê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Di panelê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin: têgiha neteweya demokratîk, pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û çareseriyên wan û Îslama demokratîk.

Mijara yekemîn ji aliyê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed El Xerzanî ve hat birêvebirin. El Xerzanî got: "Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku li gorî xwezaya civakê pêkanîna projeya neteweya demokratîk rêbaza herî guncaw e."

Mijara duyemîn ji aliyê endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed ve hat birêvebirin. Rûken Ehmed bal kişand ser rewşa jinan li herêmê û bandora olê li ser wan û got: "Olan roleke mezin di bandorkirina li mirovan de list, lê belê piştî guhertina rewşa aborî û civakî û piştî derketina nakokiyên hişmendî, ol ji cewhera xwe ya siyasî hat bidûrxistin."

Rûken Ehmed wiha domand: "Pêwîst e Quran careke din li gorî vê demê bê fêmkirin, ji ber ku tenê bi wê em dikarin têgihên sereke yên wekheviya zilam û jinan fêm bikin."

Mijara sêyemîn jî ji aliyê cîgirê hevseroketiya Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî ve hat birêvebirin. Harûnî diyar kir ku rola ronîkirinê ya ku olan lîstiye hişt mirov li ser fikrekî bibin yek.

Panel bi nîqaşkirina her sê mijaran dom kir. Di nîqaşan de girîngî li ser exlaq ku hêmaneke sereke ya civakê ye, her wiha mizgef pêwîst e bibin navendên ronak û zanakirina civakê hat dayîn.

(mh)

ANHA