Bi merasîmeke heybet şehîdên Basilê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyên 2 şehîdên HRE`ê Cûdî Gabar û Cûdî Reşo yên di çalakiya Basilê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Efrîn û Şehba oxir kirin.

21 nîsan, 2024   17:58
ŞEHBA

Cûdî Reşo û Cûdî Gabar tevî 3’ê hevalên xwe Çîçek Kobanê, Jiyan Efrîn û Dilşêr Serêkaniyê di 30’ê Çileya 2024’an de, di çalakiya gundê Basilê yê Şêrawayê de gihaştin asta şehadetê. Piştî 3 mehan cenazeyên şehîdên çalakiya Basilê Cûdî Reşo û Cûdî Gabar gihaştin destê malbetên şehîdan. 

Şêniyên kantona Efrîn û Şehba bi karwaneke wesayîtan cenazeyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Cemîl Silêmen (Cûdî Gabar) û Hemîd Reşo (Cûdî Reşo) ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya herêma Şehbayê ve birin.

Li goristanê, di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Hesen Berko axivî û sersaxî da malbatên her 5 şehîdan.

Berko wiha domand: “Her du Cûdî, Çîçek, Dilşêr û Jiyan di her kêliyê de û li kîjan cihê be têkoşîn û berxwedan kirin. Çalakiya wan a Basilê ji bo me nameya serkeftinê bû.”

Berko wiha got: “Bi saya van fedakaran em li ber xwe didin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi sedan ciwanên me yên ku xeta şehîdan bişopînin hene. Em ê jî xeta wan bişopînin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin."

Berko careke din soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan û rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.

Paşê, endama Komîteya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rûken Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştî xwendina wesîqeyên her du şehîdan ciwanekî Efrînê soza tevlêbûna li nava gerîlayan da.

Her wiha bavê şehîd Cûdî Gabar, Ehmed Silêmen axivî û wiha got: “Em bi çalakiya şehîdên xwe serbilind in. Em soz didin wan ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Her wiha birayê şehîd Cûdî Reşo, Silêmen Reşo  jî diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan spartin axê.

ANHA