Dewleta Tirk şandina çeteyan bo Nigeryayê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker 300 çeteyên Sûriyeyî yên ˊArtêşa Nîştimanîˊ piştî bidawîkirina perwerdeyê, şandin Nigerê da ku li wir şer bikin.

Dewleta Tirk şandina çeteyan bo Nigeryayê didomîne
21 nîsan, 2024   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagir kirine dereftên jiyanê bi kar tîne û ji bo êrişên leşkerî li derveyî Sûriyeyê çeteyan zêde dike û bi kar tîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wek ku li Lîbya û Azerbeycanê kiriye, dest bi şandina çeteyên Sûriyeyî bo Nigerê kiriye.

Çavkaniyên SOHR'ê anî ziman ku duh 300 çeteyên ˊSilêman Şahˊ, ˊEl Hemzeˊ û ˊSultan Muradˊ ji baregeheke artêşa Tirk a dagirker bi balafirekê ber bi Nigerê ve hatin rêkirin. Bi wan re jî serbazekî ku ji hêzên Şamê veqetiyabû, li Lîbya û Azerbeycanê çavêdêriya çeteyan dikir, hebû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku bikaranîna telefonan ji hêla çeteyan ve hatibû qedexekirin. Her wiha çeteyan li ser peymana 6 mehan îmze kiriye û dê her çeteyek mehane hezar û 500 dolar wergire. Ew pere jî dê radestî xizmên çeteyan li deverên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê bên kirin.

Di 2023'yan de çeteyên ˊSultan Muradˊ dest bi tomarkirina navên çeteyên ku dê li Nigerê şer bikin, kiribû. Hinekan jî bertîl heta 200 dolar dida da ku navê wî bê qebûlkirin.

(mh)