Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe

Kongreya Îslama Demokratîk  li xurtkirina diyalogê di navbera mezheban de kir û got “wesîqeya Medîne Munawera” rêya avakirina siberoja ku têra hemû sûriyeyiyan dike.

Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
Kongreya Îslama Demokratîk: Divê diyalog di navbera mezheban de xurttir bibe
9 îlon, 2025   23:41
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê li ser pêşeroja Sûriyeyê û girîngiya xurtkirina diyalogê li hola Meclisa bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Di panelê de bi dehan şênî, nûnerên Meclisa Olan, meleyên mizgeftan û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê Mustefa Ebid li ser xurtkirina diyalogê di navbera mezheb û olan de û dûrxistina olan ji taîfetperestiyê axivî.

Endama Koordînasyona Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo li ser girîngiya rastkirina têgîna Îslamê û pêşxistina Îslama demokratîk axivî.

Serokê Meclisa Olî ya bajarê Hesekê Mihemed Elî El Ezo Kongreya Îslama Demokratîk pênase kir û got ku demokrasî beşeke Îslamê ye û divê ol ji hegemoniya desthilatan werin rizgarkirin.

Di dawiyê de beşdaran teqezî bi girîngiya misogerkirina mafên hemû olan da.

(mh)

ANHA