Kongreya Îslama Demokratîk bernameya şîroveya Quranê amade dike

Kongreya Îslama Demokratîk amadekariyê dike bi awayekî nû bernameya şîrovekirina Quranê amade bike.

Kongreya Îslama Demokratîk bernameya şîroveya Quranê amade dike
14 cotmeh, 2025   07:25
QAMIŞLO
SILAVA EBDULREHMAN

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyê dike bernameyeke nû ya şîroveya Quranê amade dike. Ev xebat dê li ser malperên fermî û yên medyaya dijîtal were belavkirin.

Der barê mijarê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Mihemed Harûnî ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me ji bernameyê şîrovekirina Qurana pîroz a li gorî rihê nû ya bi rewşa nû ya mirovahî û civakê re be. Em dixwazin Qurana pîroz ji şîroveyên wê yên kilasîk derbixin. Ew nema pêdiviyên civaka nûjen pêk tîne. Em careke din li gorî nerîna bi rihê serdemê û daxwazên gel di sedsala 21’an de pêk bînin.”

Harûnî da zanîn ku bernameya wan hewl dide şîroveyeke zêdetir nêzî jiyana mirovan û nêzî dozên wî yên civakî û mirovahiyê be.

Harûnî di berdewama axaftina xwe de got: “Ew jiyanê dide û bi pêşketina mirovahiyê ya fikrî û ruhî re pêk tê. Armana me ji vê insyatîfê ew e ku ola îslama pîroz ji qalibên lewaz ku ji ber aliyên tundrew û siyasî hatine bikaranîn, bixînin. Em ê hewl bidin ola xwe ya pîroz ji çarçoveya desthilatdariyê derxin. Desthilatê ew kiriye alaveke di xizmeta siyasta xwe de. Em ê wê vegerînin rastiya wê ku nameya ji bo azadî, edalet û wekheviyê ye.”

Harûnî destnîşan kir ku bingehên sereke yên bernameya wan xwe dispêre Quranê û wiha dom kir: “Di her beşekî wê de dê hin ayetên girêdayî rewşa mirovan were esas girtin. Di heman demê de hêmanên bingehîn ên pêkanîna xêrê û rakirina tundî û zirarê ji ser mirovahiyê, esas bigre.”

Harûnî aşkera kir ku bername dê hefteyê 2 caran were pêşandan û di demên pêş de saet û kêliyên weşanê werin ragihandin û wiha dom kir: “Em hewl didin Qurana pîroz bibe minhaca jiyanê, ne tenê di pirtûkan de hebsî bimîne. Ev bername dê bibe gava yekem a ber bi nûkirina fikrên olî ve.”

Bername dê li ser hesabên Kongreya Îslama Demokratîk were weşandin:

Navnîşan ev e: Kongreya Îslama Demokratîk, YouTube: www.kid2019.com

Kongreya Îsama Demokratîk, Facbook: t.me/mutamrd

(dc)

ANHA