Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 

Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê çalakiyên huner û muzîkê hatine paşguhkirin, li şûna wan çalakiyên olî tên lidarxistin. Ev yek bûye sedem ku nasnameya hunerî ya bajêr winda bibe.

Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 
Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 
Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 
Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 
Li Humsê nasnameya hunerî ya bajêr tune dibe 
14 cotmeh, 2025   03:40
HUMS

Ji dema hatina desthilata nû ya Sûriyeyê ve qada çand û hunerê li bajarê Humsê bi awayekî berbiçav bi paş ketiye û lawaz bûye ku ew qad beşeke girîng a jiyana şêniyên bajêr e. Ev rewş nîşan dide ku hewldanên sîstematîk ên guhertina nasnameya çandî ya bajêr têne kirin.

Hums yek ji bajarên Sûriyeyê ye ku herî zêde vê guherînê bandor lê kiriye, ji ber ku çalakiyên çandî tenê di çarçoveya çalakiyên olî de tên kirin. Mînak; Navenda Çandê ku berê navendek ji bo muzîk, orkestra, fîlm û şanoyan bû, niha bûye cihê lidarxistina çalakiyên olî. Ev yek dibe sedema hilweşîna pirrengiya çandî ya ku bi salan taybetmendiya bajêr bû.

Muzîkjen û akademîsyenên ji Humsê xemgîniya xwe ji ber xirabûna rewşa qada hunerî anîn ziman û we rewş wek tunekirina mîrateya çandî û hunerî ya ku bajar bi dehan salan pê dihat nasîn, bi nav kir.

Yek ji nimûneyên berbiçav ên kêmbûna çalakiyên hunerî, rawestandina orkestraya Rêveberiya Çandê ye ku ji 83 stranbêj û muzîkjenan pêk tê. Ji dema ku hikumeta veguhêz hatiye ser desthilatê, wê orkestrayê tiştek pêşkêş nekiriye.

Her wiha Orkestraya Navendî ya Rêveberiya Perwerdeyê ya Humsê ku 2 sal berê bi beşdariya 64 zarok û şagirtên dibistanê hatibû damezirandin, çalakiyên xwe bi tevahî rawestandine.

Rewşenbîr û hunermendên li Humsê fikarên xwe li ser paşguhkirina çalakiyên çandî yên cihêreng, wekî muzîk û şano, anîn ziman. Wan diyar kir ku ev paşguhkirin dê bibe sedema tunekirina nasnameya çandî ya bajêr.

Muzîkjenekî li Humsê ku nexwest navê wî were aşkerakirin, xemgîniya xwe ji ber rewşa çanda bajêr anî ziman. Wî hesreta xwe ya mezin anî ziman ku vegere ser dikê û dîsa ûdê bijene. Li gorî wî niha jenandina ûdê jî qedexe bûye.

Tiştê ku îro li Humsê tê dîtin ne rewşeke taybet e; berevajî vê, ev rewş li piraniya deverên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de pêk tê.

Ev rewş cudahiya mezin a di navbera herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz û herêmên din ên Sûriyeyê de nîşan dide, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tenê di rojên dawîn de gelek festîvalên çandî û hunerî hatin lidarxistin, ya herî dawî "Şevên Firatê" li Reqayê û çalakiya "Govenda Gelêrî" a li bajarê Qamişlo bû. Her wiha amadekariyên lidarxistina "6’mîn Festîvala Girê Spî ya Çand û Mîratê" û Pêşangeha Herekol a Pirtûkan li Qamişloyê ku dê ji 20 heta 26’ê Cotmeha 2025’an were lidarxistin, dewam dikin.

(k)

ANHA