Kongra Star: Xeta Zîlanan xeta xwebûnê ye

Meclisa Kongra Star  Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 28’an a şehadeta wê de bi bîr anî û got: " Xeta Zîlanan ji bo me weke jinên li ser şopa heqîqetê xeta xwebûnê ye."

Kongra Star: Xeta Zîlanan xeta xwebûnê ye
30 hezîran 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi wesîleya salvegera 28’an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, " soza me ye ku bi felsefiya jiyanê ya ku şehîd  Zîlan ji bo me diyar kiriye em ê şoreşa xwe bikin malê tevahiya jin û tevgerên demokratîk û wekhevîxwaz."

Daxuyanî wiha ye:

"Di 28'emîn salvegera şehadeta pêşenga hevaltî, hezkirin û jiyana azad de, em tevahî jinên fedaî û têkoşerên raperîn, serhildan û şoreşên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di kesayet û bîranîna şehîd Zîlan de bejna xwe li beramberî bîranîna wan bi serbilindî ditewînin. Weke Meclisa Kongra Star her kêlî û dema xwe ya berxwedanê li ser bîrdozî û xeta şehîd Zîlan dide meşandin û ji ber tolhildana rêhevalên  xwe roj bi roj serketin û deskeftiyên mezin qezenc kiriye. Li ser vî esasî soza me ye ku bi felsefiya jiyanê ya ku şehîd  Zîlan ji bo me diyar kiriye em ê şoreşa xwe bikin malê tevahiya jin û tevgerên demokratîk û wekhevîxwaz.

Meha Hezîranê di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî pîroz e, ji ber ku meha şehîdên me yên jin ên fedaî ye. Lew ra ji bo xwedîderketina li bîranîn û hêviya şehîdan erk û misyona me ye ew e ku li hember sîstemên ku her kêlî dijminatiya jinên zane û azad dikin, têkoşînê bigihînin lûtkeya herî bilind.  

Şehîd Zîlan a beriya 28 salan bi armanca parastin û pêşxistina rêbazê têkoşîna li hember tevahî hişmendiyên dixwestin bi planên qirêj hebûna Rêbertî û gelê Kurd bi fîzîkî tesfiye bikin çalakiya fedaî kir, bû sembol û mîlîtana tevger û jiyana bi wate.

Ji bo me wek jinên pêşengên bîrdoziya rizgariya jinan a ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bingeh û pîvanê wê diyar kirin erka me ya sereke ye. Divê em perspektîfa jiyana birûmet û azad ji her demê zêdetir pêk bînin. Ji ber ku di nava jiyanek ku bi heşmendî û zilma zilamtiyê tê birêvebirin de ku  jiyan li jinan teng û piçûk kiriye, li ser me ferz dike ku her kêlî  bi israr û menewiyatek pir mezin li ser xeta Zîlanan li ber xwe bidin û her roj bi çalakiyên fedaî ruhê têkoşînê geş bihêlin. Lewma di dirêjahiya dîroka jinan de her tim mîrateya berxwedanê ji bo xwedîderketina li fikir, xet û xwestekê jinên şerker û berxwedêr lêgerîna azadiyê û bidestxistina mafê xwe bi ronahiya wan dewam kiriye.

Dema ku Rêbertî û partiya me rastî êrişên qirkirin û tunekirinê ji milê dijmin ve dihat, çalakiya rêheval Zîlan bersiva ku em ê her tim hebin û wê tu kes nikaribe vîna gel û hebûna wî tune bike bû. Lewma îro di dîroka tevgera azadiyê de, her wiha di dîroka jina azad de, şehîd Zîlan manefîstoya ji bo bicihanîna pîvanên welatparêziya rast û xwedîderketina li jiyana birûmet û azad , xeta Zîlanan ji bo me weke jin li ser şopa heqîqetê xeta xwebûnê ye.

Li ser vî bingehî û ji bo ku em xwe bigihînin cewherê şoreşgertiya bi wate pêwîst e ku her kêlî bi fikir û ramanên şehîd Zîlan re hem bijîn û hem jî fêm bikin. Di nava kêliyên dîrokê yên ku em îro di nava şoreşa Rojava de dijîn de her çiqas deskeftiyên me hebin ew qasî jî vîn û îradeya jinên pêşeng ji milê desthilataran ve bi armanca ku jin nebin pêşengê guhertin û veguhrtinê tê hedefgirtin . Lewra ji bo ku em bibin laîqê bîrdoziya azadiya jinê bi terz û rêbazê Zîlanan em li ber xwe bidin , rêxistina xwe berferhtir bikin û tevahiya jinan hemêz bikin, da ku konfedralîzma jin a demokratîk ava bikin û bi wesîleya bîranîna şehîd Zîlan peyama xwe derbasî her cih û kesî bikin.

Ji bo ku em êriş û kiriyarên dagirkeriyê ku di şexsê hikûmeta AKPˊê de li ser Kurdistanê tê kirin û tecîrda girankirî ya li ser Rêbertiya me vala derxin û hilweşînin, em bang li her jinekê dikin ku em bibin şagirtên felsefeya Zîlanê, em li gorî perspektîfa wê ya ku ji me dixwaze em têkoşîn û hêza xwe bikin yek. Em rola jinan a ku bi salan  ji milê hişmendiya baviksalar ve hatiye têk birin, carek din bi ruhê "JIN JIYAN AZADÎ" li her derê nûjen bikin û azadiya xwe ji her milî ve misoger bikin. Şehîd Zîlan gotiye ’Azadî şerkirinê dixwaze’ , ji bo ku em karibin baş şer bikin pêwîst e em baş xwe rêxistin bikin. Dema ku em hêza xwe ya rêxistinî ava bikin wê demê em dikarin behsa vîna xwe ya xurt bikin, tev bigerin û tê bikoşin."

(bb)