Ji HRE’yê çalakiyên bersivdayînê: 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Ji HRE’yê çalakiyên bersivdayînê: 2 çete hatin kuştin
30 hezîran 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayînê li dar xistine. HRE diyar kir  ku di çalakiyên sekvanî ku li xeta Marê hatine kirin de 2 çete hatin kuştin.

Di daxuyaniya HRE`yê ya têkildarî çalakiyan de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî di navbera rojên 22 û 28’ê Pûşberê de çalakiyên bersivdayînê lidar xistin.

Di vê çarçoveyê de:

1- 22’yê Pûşberê  şervanên me li xeta Marê çalakiyek sekvanî pêk anî û di encamê de çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.

2- 28’ê Pûşberê de dîsa li xeta Marê şervanên me çalakiyek sekvanî li dar xist û  di encamê de çeteyek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Bi giştî di van çalakiyan de, 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin."

(bb)