Kongra Star provokasyon şermezar kir û banga xurtkirina jiyana hevbeş kir

Meclisa Kongra Star a kantona Firatê provokasyonên medyayî yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de şermezar kir û û diyar kir ku divê medya fitne û parçebûnê çênekin, lê divê heqîqet, hezkirin û nirxên jiyana hevbeş belav bike.

Kongra Star provokasyon şermezar kir û banga xurtkirina jiyana hevbeş kir
31 ÇILE, 2026   14:45
KOBANÊ

Meclisa Kongra Star a kantona Firatê li ser êrişên medyayî yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Luceyîn Salim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev der Kobanê ye, ne Xeza ye. Li vir îradeya gel rêxistina herî terorîst a ku cîhan tirsandibû, şikand. Ev îrade û hêz herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd û Ereban rizgar kirin. Lê mixabin hin medya û komên girêdayî hikumeta nû û hin aliyên ser bi eşîrên Ereban ve provokasyonên aşkera li dijî Kurdan dikin. Kanî wijdan? Gelo wê jî bîr kiriye ku Kurd û Ereb xwişk û birayên hev in? gelo we têkiliyên hezaran salan ên li ser hezkirin û xwişk û biratiyê jî bîr kiriye? Dema ku QSD’ê ava bû, ev tevkarî bi hêztir bû û stratejîktir bû, nemaze di qadên şer de xwîn Ereb û Kurdan bû yek."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku medyaya provokatîf, di nav de yên ji aliyê rojnamevanên navdar ve tê kirin beşdarî gurkirina nefretê û handana kuştina Kurdan, bi taybetî şervanên jin, siyasetmedar û çalakvanan dibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di dema ku jinên Reqa, Dêrazor û Minbicê ji ber terora DAIŞ’ê êş dikişandin, bi pêşengiya jinên Kurd çeteyên DAIŞ'ê li herêmê têk çûn. Îro em gefên jêkirina keziyên şervanên jin û bêrêziya li bedena wan, dîmenên avêtina cenazeyên jinan ji qatên jorîn dibînin. Ev yek binpêkirineke aşkera ya hemû nirxên mirovî û olî ye.”

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û siyasetmedaran hat kirin ku li ber provokasyonên li dijî gelê Kurd û jinan bigirin û hate gotin: “Keziyên jinên Kurd ji fitne û provokasyonan bihêztir in. Jinan bi keziyên xwe dîroka serkeftinê nîvisandin.”

(b)

ANHA