Kongra Star li Girkê Legê civîneke girseyî li dar xist

Kongra Star li bajarê Girkê Legê civîneke girseyî li dar xist. Di civînê de hate destnîşankirin ku bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî û civaka demokratîk pêk nayê.

2 hezîran, 2025   14:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Kongra Star li li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimelan ê girêdayî Girkê Legê civîneke girseyî li dar xist. Bi dehan şênî, endamên Kongra Star û nûnerên saziyên civaka sivîl di civînê de amade bûn.

Di civînê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Semîra Yûsif axivî. Semîrayê bal kişand ser rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan a di têkoşîna azadiya jinan de û destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşketin û birêxistinbûna jinan di nava civakê de bingehek ava kir.

Semîra Yûsif her wih got: "Rêber Abdullah Ocalan di projeya aştiyê û avakirina civakeke azad, demokratîk de berpirsyariya xwe girtiye ser milê xwe. Lewma îro azadiya wî ya fîzîkî bûye pêdiviyeke lezgîn. Em hemû deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in, erka me hemûyan ew e heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan û neteweya demokratîk hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(k)