Kongra Star: Em ê hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin

Meclisa Kongra Star şehîdên gazî Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bi bîr anîn û got: "Em ê wek jin hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin. Bi felsefeya ’Jin Jiyan Azadî’ li meydanan bin."

Kongra Star: Em ê hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin
13 sibat, 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa hewayî ya (11’ê Sibata 2024’an) a dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya Federasyona Gaziyên Şer a li Qamişloyê ku di encamê de ku fermandara YPJ’ê ya gazî Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) û şervana YPJ’ê gazî Azadî Dêrik (Emîne Seyid Ehmed) şehîd bûne, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erdoganê faşîst ji gelê Kurd û şervanên azadiyê yên ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan şer kirin û dîrok ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsandin tol radike. Bi êrişên xwe wekî serokê çeteyên DAIŞ'ê tevdigere û wan bi rêxistin dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermandar Sorxwîn û Azadî ji bo parastina gel û xaka xwe li dijî DAIŞ'ê şer kirine û parçeyekî ji canê xwe û wiha hate domandin:  "Heval Sorxwîn û Azadî yên ku bûne navê berxwedan û pêşengtiya jinên ku nûnertiya yekgirtina neteweyî û rihê berxwedanê kirin, wê her tim di dilê me de bijîn; ji ber ku di kesayeta heval Sorxwîn de, çanda berxwedan û welatparêziya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hate domdarkirin. Nûnera serhildana ’Jin Jiyan Azadî’ bû, jineke ji dilê berxwedana Mako û Simkoyê Şikakî hatibû, bi xwe re çandeke nû ava kir. Hevala me Sorxwîn bû nûnera gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, bû hevrêya Jîna Emînî û Şirîn Elemholiyan. 

Heval Azadî ku di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Bi çanda berxwedanê ve hate strandin jî, bi hevala xwe Sorxwîn re heta birîndar bûn jî her tim bi awayekî bê dudilî û wêrek bibûn moral û coşa jiyanê. Her tim bi gel û hevalên xwe re bûn û bibûn şopdarê heqîqetê. "

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan Sorxwîn û Azadî re hat xwestin û bêdengiya hêzên garantor hat şeremzarkirin. Hate gotin: "Em ê wek jin ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin. Bi felsefeya ’Jin Jiyan Azadî em ê wekî rêxistin li meydanan bin. Serkeftin wê teqez a gelê me be. Yê ku bin bikeve dijminê mirovatîyê Erdogan û hevkarê wî ne. "

(he)