Di êrişên li Şêrawayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Di êrişên şevê din a li ser gundê Bênê yê Şêrawayê de leşkerekî Şamê û welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên li Şêrawayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrişên li Şêrawayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
13 sibat, 2024   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker şevê din (12’ê Sibata 2024’an) gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kiribû. Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hêzên hikumeta Şamê û derdora wê hatibûn hedefkirin.

Di encama topbaranê de leşkerekî Şamê û welatiyek bi navê bi navê Ciwan Eswed jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Ednan Kîto birîndar bû. Erebeya her du welatiyan jî derbe xwar.

(bb)

ANHA