Îsarîl wê beşdarî civîna çaralî ya guhertina dîlgirtiyan bibe

Îsraîlê biryar da ku tevli civîna çaralî ku dê bi beşdariya Amerîka, Misir û Qeterê ji bo guhertina dîlgirtiyên şerê Îsraîl-Hamasê were pêkanîn, bibe.

Îsarîl wê beşdarî civîna çaralî ya guhertina dîlgirtiyan bibe
13 sibat 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya radyoya fermî ya Îsraîlê rayedarên hikûmetê diyar kirin ew ê tevli civîna ku dê sibe (14 Sibat) li paytexta Misrê Qahîreyê bê lidarxistin bibin.

Şandeya Îsraîlê ji serokê MOSSAD’ê David Barniya, Serokê îstixbarata hundirîn a Îsraîlê (Şabak) Ronîn Bar û Orgeneral Nitzan Alon pêk tê.

Hat gotin ku Serokê îstixbarata navendê ya DYA’yê (CIA) William Burns, serokê îstixbarata Misirê Ebas Kamil û serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî wê tevli civînê bibin.

Li gorî siyasetmedarên Îsraîlî, şandeya Îsraîlê bi xwe re reşnivîseke din ji bo serbestberdana dîlgirtiyan dibe û ji nîqaşan re vekiriye.

(şx)