Kongra Star a Amûdê wêrankirina pekrewangeha Şêx Meqsûd şermezar kir

Kongra Star a Bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê wêrankirina pekrewangeha şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê şermezar kir û da zanîn ku divê pekrewangeh bên parastin û hesab ji kesên ku pekrewangeh wêran kirine bê xwestin.

Kongra Star a Amûdê wêrankirina pekrewangeha Şêx Meqsûd şermezar kir
18 cotmeh, 2026   13:04
QAMIŞLO

Kongra Star a Bajarê Amûdê, bi beşdariya nûnerên ji şaredariyê û meclisa gel a bajêr û şêniyan, têkildarî wêrankirina Pekrewangeha Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla Endama Kongra Star Bêrîvan Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wê wêraniyê li dijî pekrewangehê û gora Şehîd Şervan Heleb wekî binpêkirina hurmeta şehîdan dibînin, kiryarên xerabkirina cih û goran ji bo hedefgirtina nirx û perensîbên şehîdan pêk tê.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar û berpirsyarên dosya entegrasyonê hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsyarên vê wêraniyê gavên cidî bavêjin, rê li ber rûdana mîna van bûyeran bigirin û parastina pekrewangehên şehîdan misoger bikin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de girêdana xwe ya bi perensîbên azadî û rûmeta şehîdan nîşan da û da zanîn ku ew hemû cureyên êrişên li ser sembol û pekrewangehan red dikin.

(sb)

ANHA