‛Konferansa Yekrêziya Kurdî gavek e ber bi Sûriyeya yekgirtî ve ye’

Rêveberiya Xweser diyar kir ku lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî gaveke ber bi Sûriyeyek yekgirtî ve ye.

‛Konferansa Yekrêziya Kurdî gavek e ber bi Sûriyeya yekgirtî ve ye’
27 nîsan, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, pîroz kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe got: Em, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê yekîtiyê wek gavek ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve dibînin ku li ser bingehên demokratîk ên xurt welatekî ava dike ku gelê wê bi welatparêziya xwe ya tevahî serbilind be bêyî ku ti mafên wan înkar bike."

Rêveberiya Xweser di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Em vîna mezin a gelê Kurd li Sûriyeyê û hewldanên herêmî û navneteweyî yên ku hiştin ev konferans bi ser bikevin silav dikin, namaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Hikumeta Herêma Kurdistanê. Her wiha ji ber pêşketinên erênî yên vê yekrêziyê em teqez dikin ku pêvajoya diyalogê bi hikumeta pêvajoya veguhêz re, ji bo tesbîtkirina mafên tevahî pêkhateyan, dewam bikin."

Rêveberiya xweser xwestekên xwe yên ji bo destkeftiyên mezintir di yekrêziya pêkhateyên Sûriyeyê de anî ziman û got, "Ev yek dê pêvajoya veguhêz a herî nermtir geş bike û karê komîteyên diyalogê xurt bike û bibe sedema avakirina destûreke nû û serdemeke nû ji bo komara sêyemîn a demokratîk a Sûriyeyê ku xwestekên hemû Sûriyeyiyan pêk bîne û aştî û aramiyê misoger bike."

(fr)