Artêşa Îsraîlê li başûrê Bayrûtê avahiyek bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê, piştî hişyariya lezgîn a valakirinê da, avahiyek li taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Bayrûtê avahiyek bombebaran kir
27 nîsan, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Îsraîlê li herêma El Hedes avahiyek bombebaran kir, her wiha li asîmanê herêmê jî balafirên bêmirov ên Îsraîlê digerîn.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê, daxuyand ku avahiya hatiye hedefgirtin "Xemet El Nesir" bû û ew cihê ku Hizbullah meclisên Aşûra li dar dixe bû.

Artêşa Îsraîlê vê êvarê hişyarî dabû ku şêniyên taxên başûrê Beyrûtê ku avahiyeke li taxa El Hedes vala bikin, ku ew ê hedef bigire.

(fr)