ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 4 – 2025
28 nîsan, 2025   02:00

Rewşenbîran diyar kir ku pêdiviya aştiya rastîn bi gavavêtinên cidî yên ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve heye û berdewamkirina tundî û qetilkirinê ji bilî kûrkirina krîzê tiştekî bi xwe re nayne. BI WÊNE Û DÛMEN

Endamê Desteya Serokatiya ENKS`ê Silêman Oso destnîşan kir ku kêfxweşiya wan a pêkanîna konferansa yekrêziyê nayê nayê wesifkirin û wiha got “Yekîtiya Kurdan, yekîtiya Sûriyeyê ye. Bila dewletên derve bizanin avakirina yekîtiya Kurdan ne ji bo dijberiya wan e, em biratî û rêzdariyê dixwazin” BI WÊNE Û DÛMEN

Di vê demê de ku Sûriyeyî li modeleke alternatîf digerin ji bo Sûriyeya nû, siyasetmedarên li Reqayê destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser bersiveke pratîkî dide cihêrengiya li welat û qadek ji civakan re peyda kir ku bi azadî mafên xwe yên siyasî û civakî bikar bînin. BI WÊNE Û DÛMEN

Meclisa Bajarê Eyn Îsayê diyar kir ku ew bi îsrar in avahiyên xizmetguzariyê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker çêbûne tamîr bikin, her wiha berxwedana gelê herêmê ya li hember êrişan pîroz kir. BI WÊNE Û DÛMEN

Meclisa Bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ji Elewiyên ji perava Sûriyeyê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajêr civînekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel, li bajêr hemleyeke paqijiyê li dar dixe û ji Çerxerêya Xişman ve dest pê dike, (09:30). BI WÊNE Û DÛMEN