Konferansa têkildarî Kampa Holê, dosyaya Xeza û Lubnenê rojevên rojnameyan in

Çavdêran diyar kir ku wê encamên girîng ji Konferansa New York a têkildarî kampa Holê dernekevin. Lubnan piştî çend salan ji lihevkirin  û parvekirinê, di rewşa têkçûyî de li ber gelek rêyan e. Xeza jî ev 2 sal e di bin şerekî wêrankar de ye, ji lewra pêwistiya mirovî û siyasî ya lezgîn ji bo parstina jiyana xelkê û pêkanîna aramiyê, heye.

Konferansa têkildarî Kampa Holê, dosyaya Xeza û Lubnenê rojevên rojnameyan in
9 îlon, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro di rûpelên xwe de konferansa New Yorkê ya bi armanca rûxandina Kampa Holê were lidarxistin, her wiha aloziya li Lubnanê û giringiya rawestandina şerê li Xezayê, wekî mijarên sereke girtin dest.

ˋGELO DÊ KONFERANSA NEW YORK DI RÛXANDINA “BOMBEYA” KAMPA HOLÊ DE BI SER BIKEVE?ˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser Konfernasa tê payîn di meha pêş de li bajarê New Yorkê, bi armanca nîqaşkirina rûxandina Kampa Holê were lidarxistin. Rojnameyê da zanîn ku ev konferans di demekê de hîn kamp metirsiyê li ser ewlekariya herêmê û bi taybet Iraqê çêdike, pêk tê. Wê konferans di 26’ê Cotmehê de bi serkêşiya hikûmeta Iraqê bi rê ve biçe. Tê gotin dê senavê konferansê “Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegera kesan a ji bo welatên wan û darizandina wan de. Ji nû ve perwerdekirina wan û entegrekirina wan di nava civakên wan de” were lidarxistin.

Rojnameyê destnîşan kir ku kamp di bin çavdêriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de ye.  Lê ji aliyê welatên herêmê û bi taybetî Iraqê ve wekî gefek cidî li ser ewlehiya xwe ya neteweyî tê dîtin. Rojnameyê da diyarkirin ku dem hatiye ev dosya ku hîn ji aliyê  navneteweyî ve eleqeya pêwist negirtiye, were çareserkirin.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku îhtîmaleke mezin konferans li ser erdê encamên berbiçav bi dest nexe. Ji ber ew li bendê ne encmanameya wê bi pêşniyarên giştî ve sînordar be. Di encamên herî girîng de hilweşandina kampê û vegerandina malbatan bo welatên wan e.

Lêkolîner dibêjin ku civaka navneteweyî doza Kampa Holê nexistiye rêzexebatên xwe yên serek e. Tu misogerî nîne encamên piratîkî û ber bi çav di dema nêzî de pêk werin.

ˋJI “SERHILDANA SERXWEBÛNÊ” BER BI DESTKEFTIYÊN SERXWEBÛNÊˊ

Rojnameya El Şerq El- Ewsat rêça Lubnanê ya ji serhildana Serxwebûnê ya 2005’an û vir ve di lêkolîneke siyasî de girt dest. Di lêkolînê de behsa dema ku artêşa Sûriyê neçar ma ji Lubnanê vekişe û dirûşmeyên wekî "yek gel, du welat" hatin redkirin, vekoland. Gelê Lubnanê ew kêliya dîrokî bi nav kir. Lê bi rêya lihevkirinên di navbera serokên mezhebî de li ser esasê sîstema kota bû zemîna jinûve derketina Hizbullah û zêdekirina bandora wê. Di heman demê de aboriya paralel xurt kir.

Rojname balê dikşîne ser qonaxa nû ya li Lubnanê û zehmetiyên mezin ên li pêşiya wê. Bi taybet ji ber berdewama êrişên Îsraîlê yên dijî wê. Ev di vê qonaxê de avakirina dewleteke adilane û xwedî serwerî û briyara niştimanî şertekî esasî ye. Li gorî rojnameyê dewleta heyî dê piştgiriya xwe ji aliyê gel ve nebîne, tenê heger hêzên çaksaz amade bibin û hevgirtina xwe ji bo sererastkirina giştî bikin yek, bingeha wê hesabxwestin û vegerandina malên hatiye talankirin e. Li gorî gotina rojnameyê hişyarî erk e, ji ber sembolên girêdayî gendeliyê hîn di koka desthiladariyê de ne. Ew nabin beşek ji pirojeya çaksazkirinê û ne cihê xwe di şerê duyemîn ê serxwebûna Lubnanê de digrin.

ˋRAWESTANA ŞER LI XEZA JI BERJEWENDIYA HEMÛYAN Eˊ

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser pêwistiya rawestandina şerê li Xezayê û wiha nivîsî: “Rawestandina şer li Xezayê bûye pêwistiyek mirovî ya lezgîn.” Piştî 2 salan êşeke berê nehatiye jiyankirin, bi ser gel û keviran de hatiye. Îsraîl hîn jî êrişên xwe zêde dike.

Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya serokê Amerîka Doland Tramp ku dibêje: “Îsraîl şerêtên wî ji bo agirbestê qebûl kirine” Di heman demê de hişyariya dawî da Tevgera Hemasê. Rojnameyê da zanîn ku îradeya Amerîkayê ya pir li bendê hate rawestandin, dikare rê li pêş pevguhertina dîlgirtiyan veke. Di heman demê de dikare hemû çalakiyên leşkerî rawestîne û Îsraîl ji Xezayê vekşe, her wiha rê ji bo derbaskirina alîkariyên jiyanî vebike.

Rojnameyê diyar kir ku Xeza ji her demê zêdetir hewcedarî xwarin, av, derman û ceyrnê ye. Piştî 2 salan ew hewcedarî aramî û ewlekariyê ye. Ev 2 sal e koçberî, birîndarî û birçîbûn belav bûye.

(dc)