PYD'ê şîfaya lezgîn ji Onder re xwest

PYD'ê ji endamê şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder re şîfaya lezgîn xwest.

PYD'ê şîfaya lezgîn ji Onder re xwest
16 nîsan, 2025   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji ber nexweşiya giran a parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, bi peyamekê fikar û xemgîniya xwe anî ziman. 

Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder danê êvarê ji ber nexweşiya dil rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê.

Li gorî agahiyan, ji ber ku rehê esasî yê ji dil derdikeve qetiya, Onder hate emeliyatkirin.

Hevserokatiya PYD’ê di peyama xwe de ya ji DEM Partiyê re got Onder yek ji endamên navdar ên DEM Partiyê ye, Ondir di Şandeya Îmraliyê de nûnertiya DEM Partiyê kir û hevdîtinên girîng ên di rêveçûna Aştî û Civaka Demokratîk de bi berpirsên dewleta Tirk re bi rê ve birin û serokê koma DEM Partiyê di palamentoya Tirkiyeyê de kir.

Di peyama PYD’ê de hat gotin, "Nexweşiya hevrê Onder nexweşiya me tevan e. Heval Sirri Sirri Onder windahiyek ji bo me hemûyan e. Em bi hêviya şîfaya lezgîn in û bi lez vegere ser erkên xwe yên mirovî û siyasî."

(mh/fr)