Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê: Pêvajo firsendê pêşkêş dike

Amadekara Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê Seroka EUTCC Kariane Westrheim di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku pêvajo firsendeke girîng pêşkêş dike, lê belê aştî bi xwe nîne.

Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
15 cotmeh, 2026   14:14
NAVENEDA NÛÇEYAN

Roja duyemîn a Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bi axaftin û peyaman destpê kir. Amadekara Konferansa 20'emîn Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) hîndekara Zanîngeha Bergen a Norwêcê Kariane Westrheim destpêkê axivî.

Di rûniştina destpêkê de ku endama Desteya Rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdeviren moderatorî jê re dikir Kariane Westrheim spasiya kedkarên konferansê kir û qala guherînên siyasî û şêweyên tevlîbûnê yên ji sala 2004'an ên destpêka konferansê û vir ve kir.

Kariane Westrheim piştre bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê û got, "Navê Birêz Ocalan êdî di çarçoveya aştî û çareseriya siyasî de li saziyên Ewropayê bi eşkere tê nîqaşkirin."

Seroka EUTCC got, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan ku sala 2025'an kir, li Parlamenta Ewropayê hate nirxandin. Parlamenta Ewropayê bûyerên piştî vê bangê weke firsendeke dîrokî pênase kir."

Kariane Westrheim got, "Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, dema ku mijar bibe demokrasî, mafên mirovan, serweriya hiqûqê û azadiya siyasî nabe ku di pirsgirêka Kurd de îstîsnayê bike."

Kariane Westrheim ragihand ku pirsgirêka Kurd gelekî berfireh bûye, meseleya Kurd bi xwe divê aliyê xwe yê siyasî bê nirxandin û got, "Ev jî ferz dike ku diyaloga siyasî û rola Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin."

Seroka EUTCC'ê destnîşan kir ku wan pirsgirêka Kurd ti carî di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê tenê de nenirxand û got, konferansa EUTCC û torên ku ava kiriye ji çar parçeyên Kurdistanê, yanî ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê deng û nêrînên cuda gihandiye hev.

'PÊVAJO FIRSENDÊ PÊŞKÊŞ DIKE, LÊ AŞTÎ BI XWE NÎNE'

Seroka EUTCC'ê got, "Vebûna îro firsendekê pêşkêş dike. Lê belê ev firsend hîn aştî bi xwe nîne" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Divê em bi hêvî nêzî vê demê bibin, lê belê ji rastiyê jî dûr nekevin. Aştî ne tiştekî welê ye ku bi xwe pêk were. Destketiyên Kurdan ên salên dawî bi dest xistine hîn garantîkirî nîne. Ji ber vê yekê jî EUTCC hîn xwedî roleke girîng e. Wezîfeya me ya îro tevkariya li piştgiriya vê pêvajoyê ye."

PEYAMA RÊBER APO HATE XWENDIN

Piştî axaftina Kariane Westrheim sînevîzyonek li ser 20 salên dawî ya Konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştre jî peyama Rêber Apo ya ji bo konferansê hate xwendin.

LEYLA ZANA: DIVÊ ÊDÎ NASKIRIN Û QEBÛLKIRIN BIKEVE ŞÛNA REDKIRINÊ

Xelatgira Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya Parlamenta Ewropayê Leyla Zana ku nekarî beşdarî konferansê bibe peyamek şand. Di peyamê de ku ji aliyê Kariane Westrheim ve hate xwendin, Leyla Zana got, "Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd deriyekî gelekî dîrokî vebûye. Li dawiya tunelê ronahiyeke hêviyê ya gelekî xurt a ji bo paşerojê xuya dike. Ji bo ev ronahî veguhere rastiyê, divê hemû aliyên siyasî bi berpirsyariyê rabin. Dİ heman demê de berjewendiya hevpar a her kesî ye. Ev berpirsyarî ya hemû aliyan e."

Leyla Zana di dewama peyama xwe de got, "Divê polîtîkaya redkirinê êdî bi dawî bibe; polîtîkaya qebûlkirin û naskirinê bikeve şûna wê" û bal kişand ser rewşa Rêber Apo. Leyla Zana got, "Divê Birêz Ocalan karibe têkiliyê bi gelê xwe re dîne û ev meseleya bi pirsgirêk bêyî derengketinê bê çareserkirin."

ŞÎRÎN EBADÎ: BIRÊZ OCALAN GELEKÎ BI WÊREKÎ TEVGERIYA

Axaftvana sêyemîn a rûniştina destpêkê palpiştê konferansê Xelatgira Nobelê aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî bû. Şîrîn Ebadî got, "Beriya her tiştî spasiya Birêz Ocalan dikim ku keda xwe di lidarxistina vê konferansê de heye."

Şîrîn Ebadî ragihand ku Rêber Apo bi wêrekî guherînên dibe dît û got, "Ez Birêz Ocalan pîroz dikim, ji ber ku bi wêrekî guherînên diqewimin dît. Dît ku êdî şert û merc rê nade têkoşîna çekdarî û biryar da ku li şûna çekê bi pênûsê têbikoşe. Bi dîtina min ev biryar gelekî rast e."

Şîrîn Ebadî bal kişand ser rewşa li Îranê û got, "Li welatê me Kurd, Belûc, Azerî, Ereb; gelên cuda hene. Mixabin Komara Îslamî ya Îranê zimanên van gelan bi fermî nas nake. Halbûkî Kurd jî di nav de ev gel divê karibin li gel Farsî bi zimanê xwe hîn bibin, bixwînin û binivîsînin. Farsî dikare bibe zimanê hevpar ê me hemûyan; lê belê her gel divê xwedî wî mafî be ku li welatê xwe bi zimanê xwe hîn bibe û bi kar bîne."

Şîrîn Ebadî herî dawî got, ew hêvî dike ku di konferansa sala bê de Abdullah Ocalan jî bibîne û destnîşan kir ku dewlet bi berdana Ocalan re wê gavekê biavêje û pêvajoya tevlîbûna li nava Yekîtiya Ewropayê jî hîn kurt bibe.

NAVBEYNKARÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: AŞTÎ PÊKAN E

Şêwirmendê Navbeynkar ê Neteweyên Yekbûyî Mark Muller jî anî ziman ku ji bo pêvajoyên aştiyê yên li Sûriye, Yemen, Sûdan û gelek deverên din bû alîkar û got, "Beriya her tiştî dixwazim vê yekê bibêjim: Çi li Sûriye, çi jî li Tirkiyeyê, şerê Kurdan bêçareserî nîne, deriyê xwe li lihevkirinê girtî nîne. Rêyên çareseriyê hene. Hem hikumeta Tirkiyeyê hem jî aliyê Kurd daxwazên xwe yên siyasî û destûra bingehînî danîn holê. Di pêvajoya aştiyê de gelek astengiyên cidî hebin jî bicihanîna daxwazên aliyan nepêkan nîne.

Alî di sala 2011'an de, piştre jî di sala 2015'an de gelekî nêzî lihevkirinekê bûn. Xetên esasî yên vê lihevkirinê wê demê diyar bû, îro jî diyar e. Di pêvajoya aştiyê ya heyî de û hewldanên beirya niha de gelek kar hene ku bêne kirin. Divê hîn bêhtir hewl bê dayin."

Mark Muller axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ez dixwazim îro li vê derê destpêkê vê peyamê bidim: Aştî pêkan e. Ne tenê ji bo temenê me di nava van deh salan de em dikarin bigihêjin aştiyê. Ji bo pêkhatina vê jî divê hemû alî îradeya siyasî nîşan bidin.

Peyama min a duyemîn jî ev e: Em weke navbeynkar û parêzvanên mafên mirovan di nava 40 salên dawî de hîn bûn ku çareseriyeke leşkerî ya vî şerî nîne. Lê belê heta ku hemû alî fikarên hev fêhm nekin û deriyekî serdemeke nû venekin, wê çareseriyeke aştiyane jî nepêkan be.

Ji bo aştiyê meşandina muzakereyê qet ne hêsan e. Divê alî hevdu fêhm bikin û ji lihevkirinê re amade bin. Lê belê destketiyeke ji vê hêjatir bê bidestxistin nîne."

'ROLA ABDULLAH OCALAN KRÎTÎK E'

Muller ku di heman demê de yek ji parêzerên Rêber Apo yên li dadgehên Ewropayê bû got, "Otorîteyên cemaweriyê  qebûl bikin an jî nekin, rola Abdullah Ocalan ne tenê ji aliyê bêçekbûnê û teşwîqkirina ji bo tevlîbûna jinûve ya li nava civakê, di heman demê de ji bo lihevkirinê û nûbûnê gelekî krîtîk e.

Ne karê min e ku ji Tirkiyeyê re bibêjim bê divê bi çi rengî nêzî vê meseleyê bibe. Lê belê weke yek ji parêzerên berê yên Abdullah Ocalan wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, wezîfeya min e ku balê bikişînim ser wê yekê ku dadgehê hîn biryara xwe ya têkildarî mercên ragirtina wî bi cih neaniye."

Muller bi taybetî bal kişand ser Mafê Hêviyê û got, "Aştî pêkan e; yekane tişta divê bê kirin danîna îradeya siyasî ye."

JORGERDEN: PÊWÎSTÎ BI DEMOKRATÎKBÛNEKE BERFIREH HEYE

Di heman rûniştinê de Profesorê Zanîngeha Wageningenê Joost Jongerden axivî û got, "Hêviyek heye ku di dawiya pêvajoyê de encamên şênber bê bidestxistin. Lê belê sozên bi cih nayên anîn û hêviyên timî têne taloqkirin rewşeke navberê afirand ku ne aştî ye ne jî şer e." Jongerden destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve pêwîstî bi demokratîkbûneke berfireh li Tirkiyeyê heye.