Konferansa Komînan a Reqayê hat lidarxistin

Di konferansa komînan a bajarê Reqayê de gelek encamname hatin diyarkirin, weke komîne dendika bingehîn a birêxistinkirin û piştgiriya civakê.

13 mijdar, 2025   16:38
REQA

Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê konferansa komînan bi diruşma "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" li hola Mişwar a Reqayê li dar xist. Di konferansê de bi dehan xelkê bajêr, nûnerên saziyên sivîl, meclisên gel û komînan, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a bajêr Begdîm El Îdan û Fehîme El Casim, hevserokên Meclisa Rêveber Hêvîn Îsmaîl û Meşleb El Tirkan û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, şêwirmenda Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger axivî û got: "Em vê konferansê li xelkê bajarê Reqayê û her kesî îro bi rêya komînan tev li avakirina civakê dibe pîroz dikin."

Zelal da zanîn ku "Rewşa siyasî li Sûriyeyê û herêmê bi awayekî lez bi pêş dikevin. Her oj pêşdeçûnên nû hene û pêdivî bi hişyarî û berpirsiyariyê heye, bi taybet digel gefên herêmî û hewlên ferzkirina projeyên parçekirinê."

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têgeha komunê de ji hêla nûnera Meclisa Giştî ya tevgerên ciwanan li Reqayê Musena Îbrahîm ve hatin xwendin. Piştre madeya 74ˊab a Hevpeymana Civakî ji hêla hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Fehîme El Casim ve hat xwendin.

Di konferansê de beşdaran axivî û girîngî da pabendbûna bi civakên dewrî ji bo komînan û birêxistinkirina wê weke amûra bingehîn ji bo misogeriya birêveçûna xebatê.

Gelek pêşniyar ji bo diyarkirina cihekî sabit ji bo civînên roja şemiyê û diyarkirina hejmara endamên komîteyan li gorî xwezaya erkê hatin kirin.

Di dawiya konferansê de ev encamname hatin diyarkirin;

Xebitîna li ser ldiarxistina konferansa komînan a 1ˊemîn li kantona Reqayê.

Aktîvkirina komînan li gorî Hevpeymana Civakî, û roja şemiyê her hefteyê weke roja taybet bi komînê were pratîkkirin.

Pêşxistina rola komînê û avakirina komîteyên wê bi hevkariya bi saziyên Rêveberiya Xweser re li gel teqezîkirina beşdariya jinan.

Vekirina dewreyên taybet bi komîn û meclisan.

Bicihanîna Hevpeymana Civakî, Yasaya Rêxistinkirinên Îdarî, veguherîna meclisên xetên rojava û başûr bo meclisên şaxî yên girêdayî bajêr.

Meclisa Giştî diyar kir ku tevlêbûna gel a berfireh ruhê berpirsiyarî û aîdiyetbûna civakî ya demokratîk nîşan dide.

(fr)

ANHA