Li Siwêdayê ji destpêka îsal ve 78 hezar xizmet ji bo nexweşên şekir hatine pêşkêşkirin

Bernameya Wetenî ya Şekir a Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêdayê xizmetên xwe ji bo nexweşên şekir dewam dike, ji destpêka îsal ve 78 hezar xizmet bêyî pere pêşkêşî nêzî 6937 nexweşxan kiriye.

Li Siwêdayê ji destpêka îsal ve 78 hezar xizmet ji bo nexweşên şekir hatine pêşkêşkirin
13 mijdar, 2025   18:23
SIWÊDA

Nûçegihana me ji bajarê Siwêdayê daxuyand ku Bernameya Wetenî ya Şekir li Siwêdayê xebatên xwel i gorî plana rêxistinê ya şopandina nexweşên şerkir bi rêya klînîkên şekir li her navendeke tenduristiyê dişopîne.

Serokê Bernameya Wetenî ya Şekir a Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêdayê bijîşk Mazin Ebû Emar diyar kir ku hejmara xizmetên tibî yên ku bernameyê ji destpêka salê ve pêşkêş kirine heta îro 78 hezar xizmet in. Bernameyê karî xizmetên bijîşkî bê pere pêşkêşî nêzî 6937 nexweşxan bike. Di mehê de nêzî 4500 serlêdanên nexweşan hene.

Ebû Emar destnîşan kir ku 2970 nexweş însulînê dibin, 3967 jî dermanên hîpoglîsemîk ên devkî dibin. 3980 nexweş jin in û 2957 mêr, di nav wan de 76 zarok jî hene.

Ebû Emar destnîşan kir ku nexweş li gorî klînîkên şer ên nêzî cihê rûniştina wan tên belavkirin. Ebû Emar anî ziman ku 82 klînîkên şekir ji wan 16 ên sereke ji bo belavkirina însulînê û 64 jî yên şaxî ne ji bo belavkirina dermanên hîpoglîsemîk ên devkî ne, hene.

(fr)