Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin

Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Konferansa Komînan ku li ser asta kantonê ya 6'emîn e, li bajarê Dibsî bi dirûşma "Komîn şane û pirtika avakirina civaka demokratîk e" li dar xist.

Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
Konferansa 6'emîn a Komînan li Tebqayê hat lidarxistin
13 mijdar, 2025   16:06
TEBQA

Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Konferansa Komînan a 1'emîn a li hola Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Dibsî bi dirûşma "Komîn şane û pirtika avakirina civaka demokratîk e" li dar xist.

Di konferansê de bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Rêveber a kantonê û Meclisa Gelan a Demokratîk amade bûn.

Di serî de cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Husên El Dixêm perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser têgîna komînan û jiyana komînal a hevbeş xwendin.

Piştre hevserokê Meclisa Sivîl a bajarokê Meskenê Cafer El Hecî sîstema civakî ya li gorî Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend û tê de girîngî bi rola komînan di avakirina sîstema civakî de da.

Piştre di nîqaşan de mêvanan banga pêşxistina rewşa xizmetguzarî, di serî de av û kehrebe ya bajarok û gundewarên wî, pêşxistina binesazî û çandiniyê kir.

Di dawiya konferansê de beşdaran girîngî bi yekkirina kedê di navbera Rêveberiya Xweser, komîn û şêniyan de da.

Ev konferans beşeke rêzekonferansan e ku li bajarên Dêr Hafir, Tebqa, Mensûra, Cirniye û Meskenê wekî amadekarî ji bo Konferansa Giştî ya Meclisên Kantona Tebqayê hatiye lidarxistin.

(mh)

ANHA