Desteya Tenduristiyê hedefgirtina navendên tenduristiyê şermezar kir

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê sûcên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li dijî herêmê, hedefgirtina nexweşxaneyan, navendên tenduristiyê û ambulansan şermezar kir û diyar kir ku êriş li dijî pergala tenduristiyê ya li herêmê ye.

Desteya Tenduristiyê hedefgirtina navendên tenduristiyê şermezar kir
21 tebax 2024   15:37
KOBANÊ

Droneke dewleta Tirk a dagirker dora Nexweşxaneya Dil û Çavan û nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî û birîndar çêbûn. Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê daxuyaniyek da. Ji rêveberên Nexweşxaneyê Omer Elewî Hisên Îbrahîm daxuyanî xwend. Bijîşk û endamên desteyê di dayîna daxuyaniyê de hazir bûn.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û Xaça Sor berpirsên van êrişan in, ji ber ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên tenduristiyê û kadroyên wê, bê deng in.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bên rawestandin û hate destnîşankirin ku ev êriş vîna gelên herêmê û kadroyên tenduristiyê naşikînin û dê xebatên xwe berdewam bikin.

(şx)

ANHA