‘Komploya li ser Rojava bi hevgirtinê dê têk biçe’

Siyasetmedaran got hêzên 15’ê Sibatê komplo kir, niha êrişî Rêveberiya Xweser dikin û diyar kir ku komplo dê bi hevgirtinê têk biçin.

‘Komploya li ser Rojava bi hevgirtinê dê têk biçe’
15 sibat, 2026   02:35
HESEKE

Hevserokê Meclisa Til Temir Xalid El Xelef Komploya 15`ê Sibatê nirxand û wiha got: “Hêzên ku sala 1999`an li hemberî Rêber Abdullah Ocalan komplo kir, îro êrişî Rêveberiya Xweser û destkefiyên şoreşê dikin. Hedefa wan ew e ku ruhê rizgariyê yê gelê Kurd pûç bikin, projeya wan a civakî û siyasî têk bibin. Îro heman hêz di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de zextê li Rojava dikin. Ew dixwazin îradeya civakê bişikînin û destûrê nedin ew li ser bingeha demokrasiyê xwe bi rêxistin bikin.” 

El Xelef got zanebûn û girêdana gelê Kurd a bi azadî û demokrasiyê ve Komploya 15`ê Sibatê têk bir û wiha berdewam kir: “Gelê Rojava îro li ser heman bingehê xwe bi rêxistin dike û bi rê ve dibe. Gel bûye xwedî tecrubeyeke mezin û dikare zêdetir li hemberî êriş û komployan tê bikoşe.”

Hevserokê Meclisa Til Temirê anî ziman ku pêdivî bi yekitî û çalakkirina xebatên dîplomasiyê heye û wiha got: “Ji bo ku em komployê têk bibin, divê em yekitiya xwe çêkin, xebatên dîplomasiyê çalak bikin, ji aliyê siyasî û civakî ve rêbazên xwe yên berxwedanê bi pêş bixin. Ev pêvajo hesas e û ji hemû hêzan tê xwestin berpirsyar nêz bibin.”

Siyasetmedar Lezgîn Başo jî diyar kir ku îradeya gelê Kurd Komploya 15`ê Sibatê têk bir û wiha berdewam kir: “Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de xwestin derbeyê li projeya azadiyê bixin û dengê daxwaza mafên xwe dike, qut bikin. Lê îradeya gel Komploya 15`ê Sibatê têk bir.”

Başo ji bo vê pêvajoyê jî wiha got: “Heman komplo îro bi rêbazên cudatir dewam dike. Di aliyê leşkerî de êriş kirin û li ser medyayê zextekî li Rêveberiya Xweser dikin da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.”

ANHA