Ebdî û Îlham Ehmed bi senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiyan

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de bi Senatorê Amerîkî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.

Ebdî û Îlham Ehmed bi senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiyan
14 sibat, 2026   21:58
NAVENDA NÛÇEYA

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li Almanya bi Senatorê Amerîkî yê Komarî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.

Graham di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê li Almanya ji rojnamevanan re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA`ê dê wekî hevalbendek di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de parastina gelê Kurd û piştgiriya wan bike, û diyar kir ku Washington wan bernade.

Graham da zanîn ku welatê wî êrişên hikûmeta demkî li dijî Kurdan rawestandiye, û qanûnek Amerîkî heye ku her welatekî ku piştgiriyê dide êrişên weha ceza bike.

Senator Lindsey Graham xwediyê pêşnûmeya "Parastina Kurdan" e, ku dê li Kongresa Amerîkayê were pêşkêşkirin.