Îsraîlê li Humsê nuqteyeke leşkerî kir armanc

Piştî rojekê ji hedefgirtina Derayê, Îsraîlê nuqteyeke moşekan li Cidêdit Şerqiye ya li derdora bajarê Humsê kir armanc.

Îsraîlê li Humsê nuqteyeke leşkerî kir armanc
18 adar, 2025   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hemwextî êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî nuqteyeke moşekan li Cidêdit Şerqiye ya li derdora bajarê Humsê, dengên teqînan li nuqteyeke leşkerî ya li gundewarê başûrê Humsê hat bihîstin.

Di nûçeyekê berê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê gelek caran foca 175’an a li Izre û Lîwaya 132’an li bajarê Derayê bombebaran kiribûn. Di encamê de teqînên xurt li herêmê çêbûn.

SOHR’ê belge kiribû ku 4 kes li bajarê Derayê di êrişan de hatine qetilkirin; 3 sivîl û yek jî endamê hêzên desthilata Şamê ne û gelek jî birîndar bûn.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka îsal ve Îsraîlê 31 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, 29 êriş hewayî û 2 jî bejahî ne. Di encama wan êrişan de nêzî 40 depoyên çekan û cebilxaneyan, navend, baregeh û alav hatin rûxandin.

(fr)