Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome

Komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja 3'yemîn de li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê û gundên wê didome.

Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
Komkirina îmzeyan li Şedadê, Mergede û Erîşê didome
20 sibat, 2024   18:03
HESEKÊ

Komîteyên başûrê Hesekê îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeyên Şedadê û Mergede û bajarokê Erîşê kom dikin.

Di roja 3'yemîn de îmze li taxên başûr û bakur ên navçeya Şedadê û gundewarên rojhilat û rojava yên wê tên komkirin. Her wiha li navçeya Mergede û gundên bakurê wê û bajarokê Erîşê komkirina îmzeyan didome.

Li navçeya Şedadê welatiyên ku îmze kiriye destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêjayî azadî û rêzgirtinê ye, ji ber ku ew gelê Kurd û gelên din temsîl dike û xwedî nameyeke aştî û wekheviyê ya di nav hemû çandan de ye.

Welatiyan diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê wan bigihîje rêxistinên navneteweyî.

(mh)

ANHA