ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ

Welatiyên ku li ser daxwaznameya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kiriye destnîşan kir ku mafên wan e ku rêberekî wan hebe û bi wî re bijîn.

ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
ˊJi mafên me ye, em bi Rêberê xwe re bijînˊ
20 sibat, 2024   18:01
HESEKÊ

Endamên Însiyatîfa Gel li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kebabê ya bajarê Hesekê kom bûn, da ku destpêkirina komkirina îmzeyan ji hêla komîteyan ve ragihînin. 

Piştî xwendina daxuyaniyê komîteyên ku hatine avakirin li nav taxên bajêr geriyan û ji taxa Til Hecer dest bi komkirina îmzeyan kir.

Beşar Cewher xwediyê dikanekê li taxê ku li ser daxwanznameyê îmze kiribû ji ajansa me re got: "Em azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin, ji ber wê me li ser daxwaznameyê îmze kir. Her wiha em dixwazin beşek ji vê însiyatîfê bin. Em bang li gelê herêmê dikin ku tev li vê hemleyê bibin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."

Her wiha Welîd Hiso yê ji heman taxê got: "Min li ser daxwaznameyê îmze kir. Hêviya min ew e ku Rêberê me azad bibe û em amade ne ji bo wî fedakariyê bikin. Mafên gelê Kurd heye ku Rêberê wî di nav wî de azad be."

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan komkirina îmzeyan li taxên bajêr û gundên wî didomîne.

(mh)

ANHA