Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya 93'yemîn de qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî erê kir.

Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha parasatina Hevpeymana Civakî erê kir
20 sibat, 2024   18:17
REQA

Di çarçoveya pêkanîna Hevpeymana Civakî de ya ku Meclisa Gelan a Demokratîk di 12'ê Kanûnê de erê kiriye, meclisê qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî ya ku ji 6 beşan pêk tê erê kir.

Civîn li hola avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê li dar ket. Di civînê de desteya hevseroketiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk, meclisên edaleta civakî, Desteya Hiqûq û Edaletê û dîwana komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî beşdar bûn.

Di serî de cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman reşnivîsa qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî xwend. Di qanûnê de 6 beş û 11 made hene. Ji wan armanca dadgehê, mercên endamtiyê, biryar, hukim û teşeya dadgehê hatine diyarkirin.

Piştî hemû made hatin xwendin, ew ji aliyê beşdaran û endamên dîwanê ve hatin erêkirin.

Piştre, Meclisa Giştî hin nameyên ku ji aliyê Meclisa Rêveber ve hatibûn pêşkêşkirin erê kirin. Ji wan erkdarkirina Ehmed Şêxo wek hevserokê Komîteya Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser û Nebîl Çawîş wek hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Turfe Ehmed El Osman wek cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li dawiyê endaman soz li pêşiya beşdaran da.

 (mh)

ANHA