Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Vegera koçberan nêzîk e

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku, ji bo vegera ewle û bi rûmet, komîte dosyaya koçberan dişopîne û bi berdewamî bi rayedarên têkildar re hevdîtinan pêk tîne.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Vegera koçberan nêzîk e
8 hezîran, 2026   03:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku li gorî şertên peymana 29`ê Çileyê vegerin bajar û gundên xwe, Lê belê, nebûna ewlehiyê ya domdar di nav bajar û gundewarên derdora wê de, li pêşiya vegera wan astengî  ye.

Endamê Rêveber ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso der barê mijarê de got: "Di dema şopandina me ya rewşa li bajêr de, me dît ku li Serêkaniyê hawîrdorek ewle hîn peyda nebûye ku rê bide vegera koçberan. Hebûna komên çekdar li bajêr û gundên wê berdewam dike û dewleta Tirk hîna herêmê kontrol dike."

Îso diyar kir ku li Serêkaniyê desteserkirin, dizîn û firotina mal û milkên koçberan hîna dewam dike û wiha anî ziman "Em niha nikarin bêjin ku koçber vegeriyan gund û malên xwe. Hin koçber serdana bajarê xwe kirin lê ji rewşa li wir matmayî mane. Ji Lew re neçar mane ji ber tunebûna aramiyê vegerin cihên jê hatine."

Îso bi bîr xist ku wan berê ji bo jimartina koçberên Serêkaniyê xebitîn û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hejmara wan gihaşt nêzîkî 80 hezar kesan di nav nêzîkî 14 hezar malbatan de. Em bi rayedarên pêwendîdar re der barê pêvajoya vegerê de civînên berdewam li dar dixin."

 Îso destnîşan kir ku hikumeta demkî piştrast dike ku "bajarê Serêkaniyê li derveyî kontrola wê ye, lê di dosyaya entegrasyonê de cih digire. Divê ew bi parêzgeha Hesekê ve were girêdan û mekanîzmaya derxistina kesên hawirde yên ku derketinê red dikin, hîn temam nebûye. Me soz wergirtine ku, piştî vegera koçberên Efrîn temam bibe, vegera koçberên Serêkaniyê dê dest pê bike. Pêvajo dê bilez be ji ber cihê wê di nav parêzgehê de ye. Heta sala 2026`an, divê tu koçber li derveyî mal û bajarê xwe nemîne û divê ew bikaribin bi rûmet bijîn."

Îso wiha dawî li axaftina xwe anî: "li gorî agahiyê ku bi dest komîteyê ketine xebatên qeydkirina navên nişticehihên li bajêr dest pê kiriye ji  amadekariya vegera wan bo deverên xwe yên resen. Her wiha hewl tê dayîn ku şert û mercên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê bo mal û civakên xwe werin peydakirin."

(k)

ANHA