Înîsiyatîfên ji bo Rêber Apo: Ji 1999ˊan heta niha mafê wî tê binpêkirin

Endam û berpirsyarên înîsiyatîfên azadî û parastina Rêber Abdullah Ocalan ên Sûriyeyê destnîşan kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan, darezandina wî û heta niha jî mafê wî tê binpêkirin. Erka Komîteya Wezîran a Ewropayê ye ku êdî `Mafê Hêviyê` ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Înîsiyatîfên ji bo Rêber Apo: Ji 1999ˊan heta niha mafê wî tê binpêkirin
8 hezîran, 2026   07:52
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan, `Mafê Hêviyê` û daxwazên serbestberdana wî Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Şama Mihemed Mihemed û Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemed Emîn Niêmî ji ajansa me re axivîn.

Şama Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk biryarên ku der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan derdikevin de paşguh û bin pê dike.

Şama Mihemed da zanîn ku pêwîst e tecrîda heyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û ew rasterast bi gel û parêzerên xwe re danûstendinê bike. Bi vê rêyê wê çareseriyên demokratîk ji bo pirsgirêkên heyî bên danîn.

Mihemed Emîn Niêmî jî destnîşan kir ku bi salan bû, wan agahî ji Rêber Abdullah Ocalan wernegirtin, wê demê wan ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan xebatê xwe dabûn destpêkirin û heta niha dewam dikin û wiha got: “Rêbertî fîlozof, lîder û bîrmendek, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelê bindest e. Hêviya wan gelan bi hebûna Rêbertî heye û ev yek li Rojava hate xuyakirin.”

Mihemed Emîn Niêmî diyar kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an, darizandina wî û heta niha jî li gorî hevpeymana ku li dijî qirkirina gelan derketiye 1948`an, pîvanên zagonên navneteweyî, danezana mafê mirovan 1942`an, mafê wî tê binpêkirin û wiha got: “Bi komployekê û bi awayeke terorî hate revandin. Ev nêzîkahî mîna qirkirinekê ye.”

Mihemed Emîn Niêmî da zanîn ku pêwîst e `Mafê Hêviyê` ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha anî ziman: “Ev maf ji sala 1970`î ve heta roja îro tê pêkanîn, li hin deveran 12 salan, hinên din 15, 17, 22 û 25`an pêk hatiye. Erkê Komîteya Wezîran a Ewropayê ye ku biryara mafê mirovan bi cih bike. Ev zêdetirî 27 salan e Rêber Apo girtiye, temenê wî jî derbasî 78`an bûye. “

Mihemed Emîn Niêmî bal kişand ser kirinên dewleta Tirk di vê pêvajoyê de û diyar kir ku heke dewleta Tirk lêvegerekê bi xwe re çêneke, `Mafê Hêviyê` ji bo Rêber Abdullah Ocalan nede û ji bo gelê Kurd jî mafê wan bi awayeke demokratîk nede wê gelek tiştan winda bike.

(fr)

ANHA