Komîteya depoyên genim: Zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye

Hevserokê Komîteya Depo, Aş û Firnan a kantona Reqayê Sebrî Mihemed diyar kir ku komîte ji bo mewsima genim a 2025`an amadekariyên xwe temam kirine û zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye.

Komîteya depoyên genim: Zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye
Komîteya depoyên genim: Zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye
Komîteya depoyên genim: Zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye
29 ÇILE, 2025   07:50
REQA

Komîteya Depo, Aş û Firnan ji kantona Reqayê re genim û ard dabîn dike. Komîte çavdêriya tevahî depo, aş û firnên li kantonê dike.

Li gorî hevserokê Komîteya Depo, Aş û Firnan a kantona Reqayê Sebrî Mihemed, li kantonê 110 hezar ton genim depokirî ye. Ev miqdar heke xela û mehil çêbibe, dikare pêdiviyên firnan heta 2026`an jî pêk bîne.

Li navenda Sehlebiye Xerbiye, navenda Bedir, Galta, Şinîne, Kibiş û Xes Alic genim hatiye depokirin.

Li kantonê salane 80 heta 90 hezar ton genim tê xerckirin, anku rojane 319 ton genim divê.

Ev miqdara genim li Aşxaneya Şehîd Ismet û El Fehid tê hêrandin û ger destek bê xwestin kanûna Cizîrê dibe alîkar.

Komîteya Depoyan li gorî pêdiviyên meclis û komînên kantonê miqdara ardê rojane ji 220 tonî heta 238 ton zêde kir.

Sebrî Mihemed îşaret bi plansaziya siberojê ya komîteyê kir û got ji bo mewsima bê ya genim ew depoyên genim amade dikin û lêkolîn der barê avakirina aşeke nûjen bi berhemdana 300 ton ard tê kirin.

Komîte, rojane 25 ton ard dide bajarê Eyn Îsayê û 23 tonan jî dide bajarokê Sebxayê.

(şx/fr)

ANHA