Şêx Baqî: Ji bilî lihevkirinê tu rê li pêş Tirkiyeyê tune ne

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyî Cemal Şêx Baqî diyar kir ku daxuyaniyên partiya desthilatê ya Tirkiyeyê AKP’ê yên têkildarî aştiyê û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd, nakok in. Şêx baqî got ji bilî lihevkirina bi tevgera rizgariya Kurdistanê re tu rê li pêşiya Tirkiyeyê tune ne.

Şêx Baqî: Ji bilî lihevkirinê tu rê li pêş Tirkiyeyê tune ne
29 ÇILE, 2025   03:07
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Rayedarên desthilata AKPˈê ya dewleta Tirk îdia dikin ku hewl didin aştiyê pêk bînin, lê di heman demê de xîtabên xwe yên nefretê û operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdan didomînin. 

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûryeyî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî geşedanên dawîn ji ajansa me re nirxandin.

Cemal Şêx Baqî bal kişand ser îdiayên desthilata AKPˈê yên der barê aştiyê de û operasyonên qirkirina siyasî ku li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got: "Îdayên hin aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên der barê lihevkirinê de derew in. Eger ev îdia rast bin nakokî dernediketin. Li pey van îdiayan çavnebariyên dewleta Tirk hene."

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku ezmûnên PKK’ê yên siyasî yên demdirêj hene û wiha domand: "Bawer nakim ku PKK bi van daxuyanî û îdiayan were xapandin, nemaze ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê di dîrokê de gelek caran Kurd xapandine. Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi vê rêbazê nayê xapandin."

ˈDEWLETA TIRK DI NAVA ALOZIYEKÊ DE YE Û NAXWAZE KURD SÛDÊ JI GEŞEDANAN WERGIRINˈ

Şêx Baqî îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk bi îdiayên xwe yên vê dawiyê dixwaze astengiyan li pêşiya destkeftiyên tevgera rizgariyê bigire ku bala tevahiya cîhaniyê aniye ser pirsgirêka Kurd. Şêx Baqî got: "Dewleta Tirk ditirse ku tevgerên kurdî di siberojê de sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn werbigire, lewre hewl dide pêşî li vê yekê bigire. Di encamê de ev çavnebarî û siyasetên derew in."

Şêx Baqî got partiyên AKP û MHP li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nava aloziyên siyasî yên navxweyî de ne, îdiayên wan ên derew û piştevaniya wan bi tevgerên terorîst re ji cîhanê re aşkera bûne.

‘BÊYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN TU PEYMAN NAYÊN GOTÛBÊJKIRIN’

Têkildarî hevdîtinên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re tên kirin û siyaseta rayedarên AKP`ê, Cemal Şêx Baqî wiha got: "Dewleta Tirk bêyî ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne, nikare ji Rêber Abdullah Ocalan tu biryar û peymanan wergire. Ji bo ku bikare bi awayekî rasterast û bi serbestî xîtabî girseya xwe bike, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Dewleta Tirk ji Rêber dixwaze bangî PKK`ê bike da ku çekên xwe berde û xwe betal bike, da ku Tirkiye ji nû ve behsa siberoja biratiya Kurdan û Tirkan bike. Tiştekî wiha di siyasetê de nabe. Hebûna çekan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê encama wê nebûna demokrasiyê û paşguhkirina mafên gelê Kurd e. "

Şêx Baqî ev pirs kir: "Dewleta Tirk her roj rojnamevanên Kurd û bi sedan welatiyên Kurd bi tawana endamtiya PKK`ê digire û şaredariyên Bakurê Kurdistanê desteser dike. Ma ev in gavên dewleta Tirk ên ji bo aştiyê"?

Her wiha got: "Piştî serê zêdetirî 40 salan niha behsa pêngavên ji bo aştiyê têne kirin. Divê Tirkiye niyeta xwe ya der barê vê yekê de zelal bike. Li aliyekî behsa aştiyê dike, li aliyên din gefan dixwe ku ew ê PKK`ê tune bike û bi hêncetê jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her kes dizane ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzên rewa yên hemû pêkhateyên herêmê ne û şerê dewleta Tirk bi PKK`ê re ye, ka wê peymana aştiyê bi kê re bê çêkirin? Ev yek niyeta Tirkiyeyê ya xirab a der barê vê pêvajoyê de dide nîşan. "

‘JI BILÎ LIHEVKIRINA BI TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ RE TU RÊ LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ TUNE NE’

Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Kurd gelekî yekgirtî ye ku li hemû cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê piştevaniya hev dikin, ni hev nayên parçekirin. Serê dewleta Tirkîyeyê hewil dide ku bibe xelîfeyê dewleta Osmanî û ji bo pêkanîna vê armancê hincetan çêdike, lewma ez bawer nakim ku pêvajoyeke aştiyê li Bakurê Kurdistanê çêbibe, her wiha bawer nakim ku dewleta Tikryeyê wê karibe gelê Kurd û doza wî ya rewa tune bike, ji bilî lihevkirina bi tevgera rizgariya Kurdistanê re tu rê li pêşiya Tirkiyeyê tune ne. "

ANHA