Dagirker gundên Eyn Îsa û Silûkê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagir di van kêliyan de gundewarê Eyn Îsa û Silûkê topbaran dike.

Dagirker gundên Eyn Îsa û Silûkê topbaran dikin
28 ÇILE, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundê Sefawiyê yê gundearê rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihan diyar kir ku di heman demê de dagirker gundên Muxlit, Hiwêce û Hemîd ên başûrê gundewarê Silûkê yê kantona Firatê jî bi guleyên hawan û obîsan topbaran dikin.

(fr)