Komîsyonê pêşnûmeya raporê ji partiyan re şand

Li Tirkiyê Komîsyona Meclisê ku bi mebesta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin pêşnûmeya rapora dawî ji partiyên siyasî yên li nava komîsyonê re şand.

Komîsyonê pêşnûmeya raporê ji partiyan re şand
10 sibat, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Tirkiyeyê hatiye avakirin hate avakirin, ji bo derxistina raporê herî dawî 4`ê Sibatê de civiyan pêşnûmeya raporê derxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê plankirin ku metna çarçoveyê ya pêşnûmeyê bi partiyên endamên Komîsyonê re hate parvekirin.

Paşê wê di bin sîwana Komîsyonê de bi berfirehî bê nirxandin û piştî nirxandina partiyan û tevkariya wan, wê şiklê dawî ji bo raporê bê amadekirin. Hate ragihandin ku pêşnûmeya rapora dawî pêşkêşî partiyên siyasî hatiye kirin.