Meşvan: Bila cîhan bizane îro Kurd yek in 

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê banga yekitiya Kurdan kir. Jinên ku pêşengiya meşê dikir got “Bila tevahî cîhan bizane îro Kurd yek in. Cudahiya Kurdan tune ye.”

Meşvan: Bila cîhan bizane îro Kurd yek in 
10 sibat, 2026   15:14
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo yekitiya gelê Kurd daketin qadan. Jinên ciwan, dayikên şehîd û şervanan pêşengî ji meşê re kir. Di meşê de bi hezaran alên kurdî hatin hildan. 

Şêniya bi navê Xezal Ehmed ku bi rengên kurdî beşdarî meşê bûbû, got: “Ez dayika şehîd û şoreşgeran im. Ez ji gelê Kurd dixwazim ku em bibin destek, destê xwe bidin hev.”

Şêniya bi navê Leyla Omer Silêman bang li tevahî cîhanê kir ku îro Kurd hene û yek in. Leyla wiha axivî: “Em tu carî ji dijmin natirsin. Ev meşa me ji bo yekitiya Kurdan e. Ji ber ku yekitiya Kurdan xuya ye, morala me bilind e.”

Şêniyan bi dirûşm û nivîsên li ser pankartan nîşan da ku zarokên wan ên di nava refên YPG û YPJ’ê de vîna wan in. Şêniya bi navê Perwîn Cemal Birahîm da zanîn ku ew ji bo piştgiriya YPG-YPJ’ê û yekitiya Kurdan derketine meşê û wiha got: “Weke jineke Kurd bangewaziya min ew e ku bila her sê parçeyên Kurdistanê Rojava bi tenê nehêlin. Em di rewşekê de derbas dibin, pişta me bigirin û bernedin. Em Kurd tevahî yek in, cudahî di navbera me de tune ye. Me zilm li kesî nekiriye, em tenê doza mafên xwe dikin.”

Şêniya bi navê Sureya Ehmed jî diyar kir ku ew ji bo yekbûna Kurdistanê derketine kolanan û wiha axivî: “Em li pişta şervanên xwe ne, bila dijmin zanibe em Kurd tevahî yek in. Em tu car naşikên. Ev alên di destê me de ne, heta dilopek xwîna me hebe em ê vê alê hildin. Ev nasnameya Kurdan e.”   

(bî)

ANHA