Şandeya koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê kir

Şandeya Komîteya Koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Heseke kir û dosyaya vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê nîqaş kir.

Şandeya koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê kir
10 sibat, 2026   15:54
HESEKÊ

Şandeyeke koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Di serdanê de li ser rewşa koçberên Serêkaniyê û rêbazên vegera li herêma xwe bi awayên guncaw axivîn.

Şandeyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê êş û zehmetiyên koçberan gihandine gelek aliyê fermî yên hundir û derve. Her wiha piştî lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya 29`ê Çileyê hîn zêdetir dosya vegera koçberan dişopînin.

Her wiha şandeyê bal kişand ser rola parêzgar di dosya vegera koçberan de û daxwaz kir ku dosyaya vegera koçberan bigihêje hemû aliyên fermî.

Parêzgar Nûredîn Ehmed Îsa got doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye ku di rojevê de û ew girêdayî peymana 29`ê Çileyê li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin.

Îsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew her tim dosyaya koçberan dişopînin, êş û zehmetiyên koçberan digihînin gelek aliyan û ji bo vegerin bi hikumeta Şamê re di nava têkiliyê de ne.

Parêzger diyar kir ku di pêvajoya pêş de ew ê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re bigihêjin rê û rêbazên vegera guncaw û ewle ya koçberên Serêkaniyê û bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re di nava têkiliyê de bin.

Di civînê de parêzgar û şandeyê diyar kir ku e dê di wexteke nêz de ji bo şopandina dosyaya koçberan li hev bicivin.

Di dawiya serdanê de parêzgar Nûredîn Ehmed xebatên Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nirx dît û got ew ê bi hev re li ser dosyaya vegera koçberan bixebitin.