Komisyona Hilbijartinê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet eşkere kir

Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 38 derbaskiriye û rêjeya herî zêde jî li Silêmaniyê pêkhatiye.

Komisyona Hilbijartinê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet eşkere kir
16 kanûn, 2023   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saet 07:00’an de dengdana taybet ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê pêkhat. Biryare di 18’ê mehê de jî dengdana giştî pêk were.

Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê bi daxuyaniyekê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ya ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê, ya li seranserê Iraqê ragihand.

Li gorî komisyonê rêjeya dengdana taybet ya li seranserê parêzgehên Iraqê ji sedî 38 derbaskiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêjeya herî bilind ku sedî 53 bû, li Silêmaniyê hatiye qeydkirin. Piştî wê li Babil sedî 48, Kerbela sedî 41, Necef sedî 38, Musenna sedî 49 û li Mîsanê jî sedî 29 e.

Li gorî daxuyaniyê, dengdana taybet îro di saet 18:00’an de dawî dibe û dema wê nayê dirêjkirin.