Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman El Salih li navçeya Tirbespiyê hat oxirkirin. Malbata şehîd di merasîmê de soza domandina xeta wî da.

Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
Şehîd Silêman El Salih hat oxirkirin 
16 kanûn, 2023   15:04
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Xidir El Salih li Pakrwangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê navçeyê oxir kir. Silêman El Salih di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

Karwanê cenaze li derketiyê ketina pakrwangehê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî da malbata şehîd û got: "Em malbatên şehîdan me berdêlên giran dan. Ji bo bo parastina xak û gelê xwe em ê hîna jî berdêlan bidin. Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna di ber vê axê re tev li hev bûye, em ê nehêlin tu kes bi qedera me bilîze."

Bi navê QSD`ê, endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî Mihemed Zêdan anî ziman ku bi her şehîdekî/ê re îsrara wan a domandinê têkoşînê xurtir dibe û got:′′ Wekî hêzên leşkerî em hêza xwe ji xwedîderketina gel a li me digirin.′′

Mihemed Zêdan soza parastina destkeftiyan da.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Xalê şehîd Ferhan El Hezai axivî  got, dê dê xeta têkoşînê ya şehîd bidomînin ta bi serkeftinê tacîdar bikin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd Namirin" li Pakrawangeha Şehîd Dilêşr hat veşartin.

(bb)

ANHA