Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê civîna 7`emîn li dar xist

Serokên berê yên meclîsê di civîna 7’emîn a Komîsyona Meclîsê de têkildarî pêvajoyê nêrînên xwe parve kirin. Di civînê de bal kişandin ser zelalî û hemwelatîbûna wekhev û diyar kirin ku xurtkirina rêveberiyên xwecihî ji bo dewletê ne gefe.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê civîna 7`emîn li dar xist
28 tebax, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara heftemîn civiya.

Di civînê de serokên berê yên meclîsê Hîkmet Çetîn, Omer Îzgî, Bulent Arinç, Koksal Toptan, Mehmet Alî Şahîn, Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mustafa Şentop hatin guhdarkirin.

Çîçek: Bendewariyê civakê ji komîsyonê hene

Cemil Çîçek di komîsyonê de axivî û diyar kir ku komîsyon jî di diyarkirina çarçoveya pirsgirkên rojevî de zehmetiyê dikşînd û anî ziman ku divê komîsyon biryara tiştên ku  boaxivin bide û got: “Bendewariya civakê ji vê komîsyonê heye. Lê hîn jî gelek pirs hene. Divê meclîs erka dikeve ser milê xwe pêk bîne.”

Yilmaz: Durist û ji dil nêzîk bibe, wê pirsgirêk çareser bibe

Îsmet Yilmaz jî destnîşan kir ku divê ne zimanekî dijberî, divê zimanekî xizmeta pêvajoyê bike bê bikaranîn. Îsmaîl Kahraman li ser peyama Rêber Abdullah Ocalan ya di Newroza 2013’an de li Amedê hat xwendin rawestiya û diyar kir ku ev peyam li tevahî welat hewayeke aramî afirand. Kahraman diyar kir ku ew jî piştgiriyê dide pêvajoye û got: “Ger bi duristî û jidil nêzîkî pirsgirêkê bibin wê pirsgirêk çareser bibe.”

Yildirim: Rêya me ji bo avakirina nirxên hevpar yên biratiyê ne

Bînalî Yildirim banga Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê weke çerxerêyekê pênase kir û anî ziman ku xurtkirina rêveberiyên xwecihî ji bo dewleta unîter ne gef e û got: “Rêya me li ser avakirina nirxên hevpar yên biratiyê ye. Di heman demê de xurtkirina rêveberiyên xwecihî ji bo dewleta unîter ne gefe, ji bo xizmeteke baştir were kirin derfeteke. Rêveberiya weke navendîbûna ademî jî tê pênasekirin, avabûneke rêvebirinê ye. Bi temamî ji fikrên siyasî û federalî re girtiye.”

Şentop: Divê qûrbanî hilbijartin û polîtîkayên rojane neyên kirin

Mustafa Şentop jî diyar kir ku divê xebatên komîsyonê şefaf bêne meşandin û anî ziman ku divê hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, akademîsyen û pêşengên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin û got: “Armanca aştiyê meseleya stratejîk a dewletê ye. Divê qurbanî hilbijartinê û polîtîkayên rojne neyê kirin.”

Kurtulmuş: Xebatên me wê bi lez û bez bidomin

Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş axaftina dawî ya civînê kir. Numan Kurtulmuş diyar kir ku civînên wan ne xebatên ji bo derxistina qanûna ne û got: “Ev civîn berhemdar bûn. Nêrînên nû derketin holê. Wê xebatên me bi lez û bez bidomînin û emê encamanê bi dest bixin.”

Civîna 8 û 9’an wê bi akademisyen, karsaz û nûnerên Sendîkayan re bê kirin

Komîsyon wê di civînên xwe yên 8 û 9’an de li akademîsyen, karsaz û nûnerên sendîkayan guhdar bike.

Ji bo civîna bê ya komîsyonê ti bernameyek nehate destnîşankirin, hate gotin ku komîsyon wê hefteya bê necive.