Li Qamişloyê şehîdên tevgera azadiyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo 390 Şehîdên meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên ku di cih û demên cuda de şehîd bûbûn, bibîranîn.

28 tebax, 2025   21:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê merasîma bîranînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn. 

Di merasîmê de 390 şehîd hatine bibîranîn, piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got:“Îro di bîranîna 390 şehîd, qehreman, leheng di hizura van hemû şehîdan de em tevahî şehîdan bibîr tînin û bejina xwe li beramberî wan ditewînin. Malbat û dayikên van şehîdan tiştên herî giranbûha dane ji bo xak û welatê xwe. Ev jî cihê rêzdariyê û nirxên herî mezin e ku keç û xortên vî welatî canê xwe kirin qurban ji bo azadiya welatê xwe.”

Gulo diyar kir ku wan gelek têkoşer û qehremanên mezin spartin axa pîroz, ku ji bo jiyaneke azad û aram her tişt li pey xwe hiştin û pêşeroja xwe dane aliyekî û mil bi mil weke egîdan li hermberî dijmin şer kirin. Gulo diyar kir ku şehîd dê her dem di jiyana gelê xwe de de zindî bimînin.

Gulo anî ziman ku heya azadî mîsoger bibe û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Gulo bibîr xist ku Fermandarê hêja Nûreddîn Sofî wê her dem di bîra biçûk û mezinan de bimîne û wiha domand: “Şehîd Sofî, bi hemû kesan re heval û rêheval bû. Em Fermandar û pêşengê vî welatî bibîr tînin.”

Gulo di dawiya axaftina xwe de wiha got:“Ji bo ku em hêviya van şehîdan pêk bînin û wê dozê biser bixin, em soz didin wan di vî cihê pîroz de dê şopdarên rêka wan bin heya dilopa xwîna dawîn.”

Dayika şehîdekî Şama Mihemed jî helbestek li ser giyanê şehîdan xwend û diyarî şoreşgerên azadiyê kir.

Di dawiyê de navên 390 şehîdan hate xwendin.

(re/şx)

ANHA