Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin

Meclisa Gel a bajarokê Tişrînê ya gundewarên bakurê kantona Reqayê bi merasîmekê komîngeha xwe vekir.

Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
Komîngeha bajarokê Tişrînê hat vekirin
18 cotmeh, 2025   15:02
REQA

Meclisa Gel a bajarokê Tişrînê ya gundewarên bakurên Reqayê ku ji 4 komînan pêk tê, îro bi merasîmê komîngeha xwe bi navê şehîd Xelef El Mehmûd vekir. Girseyeke mezin a şêniyan, nûnerên saziyên sivîl ên bajarokê Tişrînê û gundên derdora wê, her wiha endamên meclisa bajarê Hezîmê beşdar bûn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Mehmûd Xelef, Rua El Xelîl û zarokê wê ve hat vekirin. Armanca rêxistinkirina şêniyan, lidarxistina civînan bi şênî û saziyan re, pêşxistina xebatên saziyan, çareserkirina pirsgirêkan e.

Biryar e, komîngehên meclisên din ê xeta bakur a kantonê werin vekirin.

(bb)

ANHA