Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in

Şêniyên Siwêdayê ku îro jî xwepêşandan li dar xistin, daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê, serbestberdana revandiyan û derxistina hêzên hikumeta veguhêz ji gundewarên Siwêdayê kir.

Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
Şêniyên Siwêdayê di daxwazên xwe de bi israr in
18 cotmeh, 2025   14:17
SIWÊDA

Şêniyên gundewarên rojavayê Siwêdayê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin û şêniyên bajarê Siwêdayê li bajarên Şehba û Siwêdayê xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandan bi dirûşma "Siwêda ya xelkê wê ye" bi daxwaza vegera koçberan li malên xwe ku li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de ne, hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên ku balê dikişînin ser yekbûna helwesta gel li hemberî binpêkirinên û êrişên li ser gundên wan û girêdana bi mafên vegerê hatin vekirin. Her wiha sembolên Durziyan, Hêzên Parastina Durziyan, wêneyên şehîd û revandiyan, ala Amerîkayê û û hêzên garantorên agirbesta li başûr hildan.

(bb)