Li gundewarên Şamê pevçûn

Li gundewarên Şamê di navbera ciwanan de pevçûn derket. Di encamê de hin ciwan bi giranî birîndar bûn.

Li gundewarên Şamê pevçûn
18 cotmeh, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li bajarokê Cidêdet Ertûz ê gundewarên Şamê pevçûnek di navbera ciwanan de derket. Di pevçûnê de çek û bombeyan destan hatin bikaranîn. Di encamê de hejmarek ciwan bi giranî birîndar bûn û zirar li erebeyên derdorên bûn.

Li gorî SOHR’ê, 4 birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê nasnameyên 2 ciwanan nehatin zanîn.

Vê pevçûnê tirsek di nava şêniyên bajarokê de çêkir.

6’ê Cotmehê jî SOHR’ê ragihandibû ku li heman bajarokê di derengiya şevê de pevçûn di navbera ciwanan de derketibû. SOHR’ê diyar kiribû ku di pevçûnê de ku bombeyeke destan hatibû bikaranîn de 2 ciwan hatin kuştin û yek din birîndar bû.

(bb)