Komîna Şehîd Doran a Dirbêsiyê tabûra şehîd Rojvan ava kir

Di çarçoveya bersivdana seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê ragihandiye de şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê bi navê şehîd Rojvan tabûrek ava kir.

Komîna Şehîd Doran a Dirbêsiyê tabûra şehîd Rojvan ava kir
25 ÇILE, 2025   23:04
HESEKÊ

Şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya bersivandina seferberiya giştî de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye, tabûra şehîd Rojvan ava kir û tev li Hêzên Parastina Cewherî (HPC) bû.

Şêniya bi navê Fadiye Şêxo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, binesazî û şêniyên wê dike hedef. Êrişên wê bi armanca koçberkirina pêkhateyên herêmê û gelê Kurd e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya bersivandina seferberiya Rêveberiya Xweser a ku ji bo parastina bajar û gundan ragihandiye de, şêniyan tabûra Şehîd Rojvan ji bo piştgiriya QSDˋê bikin, bajar û gundên xwe biparêzin, ava kir.

Di daxuyaniyê de bang li şêniyan û ciwanan hate kirin ku li gorî pêvajoyê xwe birêxistin bikin û li hember êrişên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin.

(şx/fr)

ANHA