Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel

Kongra Star li Helebê paneleke şêwirê il dar xist. Di panelê de jinan diyar kir ku ew rê nadin ku siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê yên ku rejîma berê li ser wan didan meşandin careke din pêk bên.

Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
Têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûrê de panel
25 ÇILE, 2025   22:59
HELEB

Kongra Star bi diruşma "Ji bo Sûriyeya demokratîk misogerkirina mafên jinan di destûra nû de" bi beşdariya zêdetirî 300 delegeyan paneleke şêwirê li dar xist.

Kongrayê panel li hola Talêt Heleb a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê  organîze kir. Siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê tê de hazir bûn. Hin kesayet ji Laziqiye û Siweydayê bi dîmenên qeydkirî tev li kongrayê bûn.

Rêvebera Kongra Star Fehîme Hemo di panelê de axivî û şervanên li eniyên şer û berxwedanê li bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û berxwedana şêniyan û piştgiriya hêzên parêzvan silav kir.

Fehîme got jinan di oxira xilasiya ji zulmê û çewisandinê de fedakariyên mezin dane û got ji bo xurtkirina rola xwe di Sûriyeya siberojê de, divê jin xwedî rihê berpirsyariyê bin.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger jî got ji bo ku mafên jinan di destûra nû ya welêt de bê parastin, divê jin rola xwe bilîzin û derfeta heyî baş bi kar bînin.

Zelal îşaret bi êrişên dewleta Tirk kir û diyar kir ku Tirkiye piştî hilweşîna rejîma Baasê vê pêvajoyê bi kar tîne û bi armanca dagirkirina herêmên dîtir ên Sûriyeyê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Zelal da zanîn ku gelê herêmê û hêzên wî li hember êrişan berxwedaneke destanî nîşan didin.

Endama Partiya Guhertin û Ronasansê Nataşa Asferî îşaret bi rola jinan di sazkirina destûrê de kir û got divê mafên jinan bi temamî were parastin, wekheviya di navbera zayendan de pêk were.

Ji Siweydayê çalakvan û nivîskar Encêla El Şeir got: "Sûriyeyî welatekî sax û bê birîn dixwazin. Ew jî tenê bi rêya destûrê dê pêk were. Destûra ku mafê hemwelatîbûnê ji tevahî pêkhateyan re dabîn dike, divê were sazkirin."

Beşdaran li ser van xalên li jêr li hev kirin:

Beyî pergaleke demokratîk a pirreng û nenavendî, çanda jinên li hember zordestiyê serî hildane mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef, Sewsen Bîrhat, Jiyan Tolhildan, Gulê Selmo, Kerem Şihab El Hemed, Zeyneb Saroxan, Minîce, Alîriya Yaqûb û gelek jinên ku di berxwedana li hember DAIŞ`ê de tê koşiyane û şehîd bûne, nayê vejandin.

Divê ev pergal cihêrengiyê qebûl bike, wekheviyê, demokrasiyê, azadiya jin û civakê bingeh ji xwe re bigire, tenê wê demê Sûriye dibe welatekî rastîn ji tevahî sûriyeyiyan re.

Divê jin li hember xetereyan bibin yek, feslefeya "jin, jiyan, azadî" bikin pergaleke jiyanê. Bang li jinan hate kirin ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û azad bibin yek û têkoşîna hevbeş pêş bixin.

Ji bo misgorkirina mafên jinan di destûrê de çalakiyên cuda bên lidarxistin. Divê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin, koçber vegerin warên xwe. Piştgiriya însiyatîfa Sûriyeyê di nivîsandina hevpyemana civakî ya jinan de bê kirin. Divê tevlêbûna jinan ne kêmtirî ji sedî 50 be. Jin doz û pirsgirêkên xwe di civîn û kongreyan de nîqaş bikin, qeyd li ser jinan tune bin, di komîteya nivîsandina destûrê de divê nûnerên jinan hebin. Divê Rêveberiya Xweser modela misogerkirina azadiya jinan bê dîtin.

(şx/fr)

ANHA