Şêniyên Dêrazorê: Êrişên li ser bendava Tişrînê êrişên li ser mafên gelê Sûriyeyê ne

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kir ku bendava Tişrînê damarê jiyanê yê herêmê ye û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gelê ku li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kirin.

Şêniyên Dêrazorê: Êrişên li ser bendava Tişrînê êrişên li ser mafên gelê Sûriyeyê ne
26 ÇILE, 2025   03:55
DÊRAZORÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo parastina bendava Tişrînê li ber xwe didin, rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên. Di encama van êrişan de bi dehan şêniyên herêmê şehîd bûn û birîndar bûn, ji bilî ziyana li bendavê bûye ku ji bo bajarên nêzî çemê Firatê bûye metirsî.

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kir ku ev êriş dermirovî ne û sûcên şer in ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku van êrişan rawestînin.

Şêniyê bi navê Yihya El Elî yê ji bajarê Hecîn ê kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bal kişand ser girîngiya bendavê ji bo gelê Sûriyeyê û wiha got: "Xeta jiyanê ya herêmê ye. "

El Elî got: "Êrişên li dijî sivîlan û binesaziyê li dijî hemû nirx û prensîbên mirovî ye. Ev kiryar nîşan didin ku dewleta dagirker dixwaze egerên jiyanê li herêmên me lawaz bike.”

El Elî destnîşan kir ku berxwedana gel a li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî ye ku hêza vîn û xweragriya gel a li hemberî neheqiyê nîşan dide û wiha got: "Em ê bi berxwedanê re bibin yek û piştgiriyê bidin wan, em ê ji bo parastina welatê xwe de dudilî nebin.”

Şêniyê bi navê Cabir El Rewam hişyarî da li ser metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê û wiha got: "Ev êriş metirsiyê li ser jiyana bi sed hezaran şêniyan dike" û tekez kir: "Êrişên li ser bendavê ne tenê êrişa li ser dezgeheke jiyanî ye, lê êrişek li ser mafê gelê Sûriyeyê û jiyana wan a aştiyane ye.”

El Rewam her wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser şêniyên ku li ser bendava Tişrînê nobedariyê dikin, niyeta dewleta Tirk a dagirker a ji bo tunekirina pêdiviyên jiyanê yên li herêmên me aşkera dikin û ev jî berdewama sûcên şer ên dewleta Tirk e. Mafê gelê me heye berevaniyê li xaka xwe û pêdiviyên jiyanî û xizmetguzariyê bike û dikare mal û milkên xwe bêyî destwerdaneke derve biparêze.”

El Rewam wiha lê zêde kir: "Êrişên li dijî bendava Tişrînê vîna me têk nabin, lê dê biryardariya me ya parastina maf û şiyanên me zêdetir bike û em rê nadin tu kesî ku siberoja me têk bibe û mafê me yê jiyanê ji destê me bibe.”

(k)

ANHA