Komîna Berhemkaran xwendekarên Helebê xelat kirin
Komîna Berhemkarên Cil û Bergan a TEV-DEMˊê ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên li dibistanên Rêveberiya Xweser dixwînin, şahiya xelatkirinê li dar xist.
Ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên li dibistanên Rêveberiya Xweser a Helebê dixwînin, Komîna Berhemkarên Cil û Bergan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola Roz a li herêma Şiqeyêf a Helebê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamên nûnerên saziyên sivîl, meclis û malbatên xwendekaran beşdar bûn.
Di şahiyê de hevserokê TEV-DEMˊê ya Helebê Klara Adsa behsa girîngiya ziman kir û got: "Ger mirov bi zimanê xwe neaxive, ji rastî û cewherê xwe kêm û tecrîdkirî dibe. Ziman nûnertiya hebûna mirov û dîroka wî/wê dike."
Hevserokê KPC-Dˊê Menan Cafer axivî û bang li xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên Rêveberiya Xweser.
Dûre sînevîzyonek li ser kedên bav û dayikên zarokan ji bo dabînkirina jiyan û perwerdê ji zarokên xwe hat pêşandan. Her wiha piştre koma Behcet Siror û hunermend Yasmîn Koşan li ser navê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.
Di dawiyê de Komîna Berhemkaran xwendekarên serkeftî xelat kirin.
(fr)