Komên hikumetê milkên gelê taxa Suryan a Helebê dizîn

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, piştî gelê taxa Suryan bi zorê ji malên derdixin û dibêjin wê li herêmê şer çêbibe, malên wan vedikin û tiştên wan didizîn.

Komên hikumetê milkên gelê taxa Suryan a Helebê dizîn
27 kanûn, 2025   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku wan bi xwe dîtin ku komên hikumeta veguhêz milkên gelê taxa Suryan a li rex taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didizin. Piştî ku koman şênî mecbûr kir ku ji malên xwe derkevin û wê li herêmê şer çêbibe, malên wan vekirin û tiştên wan dizîn.

Li ser medyaya dîjîtal dîmenek belav bû ku li taxa Suryanî li nêzî Stadyûma Marî endamên komên hikumeta veguhêz jenetorek kehrebê ji depoyeke sivîl didize û daniye ser kirênekê.

Yê dîmen kişandiye û parve kiriye dibêje ku endamên komên hikumetê xwediyê depo ji mal derxistiye, heqaret lê kiriye û piştre ev jenetor diziye.

(fr)